bo minî sûxtedił şem’î nedamet degřê

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 2 Xulek  538 Dîtin
bo minî sûxtedił şem’î nedamet degřê
ke lemê bext sege, boye hemû dem deweřê
wa’îzan gwê bigirin lem qiseye zor xoşe
seyrî wa nabêtewe ger be du awîş bigeřê
espekey çewt û syeh ’îne wekû talî’î xom
seqet û satmezen û lacłew û luqmebřê
şîřet û bed’emel û kem řeweş û bedsîret
serkeş û dem qewîy û esto kuł û puzexřî
zînim lê kird û leser axuřekey bestimewe
tûreke des nedekewt name berî sewye şiřê
mayneboze, debê şûłî qefesî hełkêşim
kebkî cengî be boyî hecwî ew hełdefřê
ger lebin darî beřû kîsełî řeq xişpe bika
bê hewes wesłî ewîş bê le quř hełdepeřê
boze bew ’îsmetewe her ke ewa teqrîr bû
saḧîbî bestîye cût letenîşt espe xiřê
espexiř tund û becoş maynekwêt boz bexuroş
le tewîley dirêja serberewjêr daye berê
mayn gird û derkî nizim û syazînî pêwe
zîn û qełtaxî becarê dûkerit kird, derpeřê
pêy dełêm: şay ałçaẍ maynî boz zînî şikand
pêm dełê: çakî ekem ger tełê hencîr bikřê
hey xuda dad ledest zułmî ḧiseynî řank sûr
zînîşim deşkênêt û hencîrîşim pê dekřê