beser gułda le şanet dił debarê

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  544 Dîtin
beser gułda le şanet dił debarê
qeza bo dił leser sunbul debarê
çiraẍê řûbeřûy ḧusinit bisûtê
be dûdî ew le hewra guł debarê
berê bad er ẍubarî kuşteyî řût
beser baẍa seḧer bulbul debarê
le diłta nařwê tuxmî meḧebbet
le çawim eşkî bê ḧasił debarê
beser kîştî diła baranî şadî
le hewrî bextî min muşkił debarê
leser yek sengiha lem seqfe her sû
beser şîşey diła ẍafił debarê
le hewrî talî’î namerdî cahîl
kudûret bo diłî ’aqił debarê
le qurbangahî ’îşqa xwênî salimNasnava edebî
le şemşêrî biroy qatił debarê