bo minî bê serupa ẍeyrî wefa pîşe nîye

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  567 Dîtin
bo minî bê serupa, ẍeyrî wefa pîşe nîye
bo diłî min senema cuz sitem endîşe nîye
tab û řengim nîye ezbeskî tika xwênî derûn
meyî eḧmer ke nema řewneqî naw şîşe nîye
çi tekanêke xudaya heresî hîcrî ḧebîb
bo nîhalî emelim şax û ber û řîşe nîye
wam teraşîwe be naxun le ẍemit sîneyî řêş
şuhretî kohken û wesfî demî tîşe nîye
bes bisûtêne le ẍem salimNasnava edebîy miskîn, ke cefa
bo wicûdî ser û pa le hemû dem pîşe nîye