be ebed cêgeyî min menziłî canane nîye

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  845 Dîtin
be ebed cêgeyî min menziłî canane nîye
aynexaneyî şeh, meskenî dêwane nîye
saqîya saẍerî min xumreye nek řetłî sebuk
derxurî mestîyî min şîşe û peymane nîye
seferî hat û nehate hewesî koyî ḧebîb
gerdî ew şem’e diła! taqetî perwane nîye
aşnay duşmin û bêganeyî xwêşin yaran
aşnay ême şukur meylî be bêgane nîye
destî qudretşikenî xiste xemî zułfî keçit
hunerî maşîte û terbîyetî şane nîye
kwa kerîmê be kerem sûyî geda ka nîgehê?
ḧesreta lem tebeqe hîmmetî merdane nîye!
be ḧeya bêre ḧuzûr û be edeb sucde bere
xełwetî diłbere salimNasnava edebî eme meyxane nîye