wa dił le xeyałatî nîhan piř ẍeme emşew

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  1033 Dîtin
wa dił le xeyałatî nîhan piř ẍeme emşew
řûy gunbedî dewran le henasem teme emşew
ger xakî te’essuf besera kem le fîraqit
bo ḧesretî min tuřřeyî ’alem keme emşew
ẍerqim le ẍemî yadî birot beskî le hîcran
wek małî keman qeddî ze’îfim xeme emşew
wek ceyşî melex leşkirî ẍem mułkî diłî girt
bo kiştî emel dasî tełeb bê deme emşew
ha sîne û eşk û dił û ẍem bêne ḧîmayet
buryan û kebab û nimek û sifreme emşew
wek xatemî to neqşe lecêy naxunî ḧesret
em zexme le şewqit ke leřûy sîneme emşew
me’lûme ke giryem le heway ke’beyî řûte
bem eşke le dîdem ke dełêy zemzeme emşew
samanî diłî ẍemzede cana le fîraqit
wek sîlsîleyî zułfî xemit derheme emşew
salimNasnava edebî le heway meclisî ew cêgeye qeddim
wek berbut û ney ta be seḧer nałeme emşew