dirêẍa, baz diłim piř çake emşew

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  523 Dîtin
dirêẍa, baz diłim piř çake emşew
siruşkî dîde ateşnake emşew
muheyyaye bebê to řextî xwabim,
be pehlû xar û balş xake emşew
be yadî çawî mestî mey siruştit
le pêçiş xatirim wek take emşew
semek awî nemek dexwa le eşkim
henasem peykî hefit eflake emşew
mujet ełmase bo kawwişîy dił
be îma dîde wek ḧekkake emşew
ze’îf û bêxude bextim, le xewda
ẍemit bo ḧałî min tiryake emşew
serî zułifit serî kirde demaẍim
le doşt ejdehay zeḧḧake emşew
denûsê ẍem le dił fermanî qetiłim
fîraqit załmî seffake emşew
desa ẍemxiwarî «salimNasnava edebî» be, xudaye!
le şewha bîşter ẍemnake emşew