hemîsan řoḧ le ten bêzare emşew

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  566 Dîtin
hemîsan řoḧ le ten bêzare emşew
le diłma baz xeyałî yare emşew
le çîhrem şêweyî ’îbret zuhûre,
biray yekdił le min eẍyare emşew
le ahî serd yexî best, eşkî germim
mujem yek yek dełêy bizmare emşew
le dewrî nuqteyî xałî lebî yar,
xeyałî dił dełêy peřgare emşew
«ٲna alّdilْberْErebî» dełê dił wa le sînem
wekû mensûr sizay ser dare emşew
weha bê îxtyar kewtûme şîwen
le nałînim řefîq bêzare emşew
be badî le’lî lêwî ałî diłber
siruşkim şêweyî gułnare emşew
nîhalî şadmanîm řîşeken bû
dirextî mîḧnetim piřbare emşew
xeyałî nêşî mujganî diłaram
le diłma yek be yek sûfare emşew
tebîbî derdî min, yaran! xeber ken,
biłên: «salimNasnava edebî» le ẍem bîmare emşew