parsał le wesłida be sefa ’eyşî cemim bû

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  792 Dîtin
parsał le wesłida be sefa ’eyşî cemim bû
lew kewneda şewketî şahî ’ecemim bû
wek řahîbî pazend be edeb meḧwî nezer bûm
tezîyn be teła û xişłî mulewwen senemim bû
lew xełwete xassem le leb û ’arîz û dîdey
peyweste şerab û meze û şewqî şemim bû
wek tacîrî dewłet beheway xezneyî řûy yar
bo şahîdîyî genc bîşarit ’elemim bû
demda be lebim le’il û dû leb goyî bilûrî
peyweste legeł xom wekû ḧatim keremim bû
şadîm le heway sûretî ew geyye meqamê
sed şahîdî wek şekker û şîrîn xedemim bû
ta amedî talî’ bû wekû xusrewî perwêz
geh bade be leb, geh le leba ẍunçedemim bû
named ke tirazandî leb û leb le leb û mey
salimNasnava edebî le fîraqa ne ewm bû ne emim bû