ew yare ke daym wekû parey cigerm bû

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  701 Dîtin
ew yare ke daym wekû parey cigerm bû
ta bû le diła meylî be fermanî serim bû
deyda le diłî xeste be yek ẍemze dûsed tîr
herdem be terefya ke nîşaney nezerim bû
kûçey guzerî tîrî le dił derçuwe îma
gerçî hemeca sîneyî sextim superim bû
bo şem’î fereḧ badî fîraqit buwe afet
axir şewî wesiłit ke wîda’î seferim bû
canane ke wa meylî be azarî řeqîbe
teḧqîqe le te’sîrî henasey seḧerim bû
demut nîye qet tełxîyî dûrî le wîsała
şîrînqedî canane heta neyşekerim bû
zahîd be tekebbur bełedî ’eyşî dekirdim
kewden ewe salimNasnava edebî ke nezanê xeberim bû