ser û karî xeyałit îbtida wextê legeł dił bû

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  666 Dîtin
ser û karî xeyałit îbtida wextê legeł dił bû
ne beḧsî serkeşîy guł bû ne ’ehdî şorî bulbul bû
heta nekira le tuřřey zułfî to meşqî perêşanî
ne pêç û tabî sunbul bû ne ḧelqe û çînî kakuł bû
le sîřřî metłebî îma becuz min kes nebû waqîf
nîgahî çawî mestî wa le ḧałatî teẍaful bû
le wer’a zahîdî efsurde neydî ḧałetî mestî
be ’efwa çû seraser řozgarî çunkî bêdił bû
biřo nezdîke salimNasnava edebî dił le zułfa wextî şadîte
egerçî teyyî řahî îbtida piř pêç û muşkił bû