leber te’mîrî em wêrane cennet mułkî adem bû

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  744 Dîtin
leber te’mîrî em wêrane cennet mułkî adem bû
ḧeqîqet padşahîy kird welakîn muddetî kem bû
xweşa eyyamî giryanim le xakî ke’beyî meqsed
hemû qetrey siruşkim bo şeref wek awî zemzem bû
xemîrî xakî min ewweł be baranî fereḧ nekira
cewanî û tîflî û pîrîm seraser cumlegî ẍem bû
be doşa ta perêşanî bîna na zułfî muşkînit
ne her bo bextî min tenha, syehřojîy ’alem bû
leser sebzey çemen yarî sehî qeddim ke cîlwey kird
le sucdey xałî lay lêwî benefşe gerdenî xem bû
be qurbî xełwetî diłber nenazî ey seba zînhar!
lecêy to pîş azînFarsî salimNasnava edebî demê hemřaz û meḧrem bû