pênc xiştekî leser ẍezelêkî şêx nûrî

Li pirtûka:
Řazî Tenyayî
Berhema:
Eḧmed Herdî (1922-2006)
 2 Xulek  3741 Dîtin
qet nedey azarî gyanî mest û bêdaranî şew
xot nexeyte ber şepolî eşkî bê payanî şew
ey kiçî xwawendî cwanî û ey çiray dîwanî şew
«xot biparêze le ahî dił birîndaranî şew
nek xwa nakerde gîra bê do’ay nałanî şew»
wêłim û tarîke dewrim, ferşî rêgem meynete
bêkesim, tenya enałim, mergî xomim ’ezrete
sazî ahengî şewanim, sozî cergî let lete
«yawer û yarî enîsim ah û eşkî ḧesrete
aferîn ey barekełła, dîdeyî giryanî şew»
wa nezanî destî xem yadit le diłda der eka
eşkî xwênînim delîle bo kesê baweř neka
gyanekem bew tîşkî çawey şeř legeł exter eka
«dił ebête qetreyê xwên û le dîdem ser eka
her ke řabûrê be diłma suḧbetî caranî şew»
hawdemê fermûy: leberçî kirdewet giryane her
tafî lawêtîte, lawî, qełbezey seyrane her
min witim seyran û xoşî pêşkeşî şadane her
eşkî ḧesret lazmî cem’î syabextane her
şewnimî subḧe delîlî qetreyek giryanî şew
hewłî zorim da, le dawî zułfî ew bê mirwete
derçim û dwayî bihênim bem ’ezab û meynete
pêy witim bê sûde hewłit, takû mawî cêgete
«nûrî lem pêç û xemî zułfe necatit zeḧmete
lay sexî teb’an meḧałe řuxsetî mîwanî şew»