diłêkî têkşikaw
Li pirtûka:
Řazî Tenyayî
Berhema:
Eḧmed Herdî (1922-2006)
4 Xulek
6992 Dîtin
be sersamî leser lûtkey biłindî gencî westawim
şirîtî ’umrî řabirdûm wekû xew dête berçawim
şirîtî çî? serapa serguriştey na’umêdîme
filîmî piř le nasorî heres hênanî lawîme
tiruskey tya bedî nakem, serincim çende lê dawe
le tapoy namradîm û temî nasorî bewlawe
ewî ewsake řûnakîy eda bem jîne şêwawe
diłêkî piř le aheng bû, ke êsta pakî řûxawe
***
bełê ewsa diłêkim bû, ke serçawey jyanim bû
diłê: mełbendî awat û tewjim û tînî gyanim bû
diłê gułzarî diłdarî û beheştî xoşewîstî bû
wekû bitxane meydanî bitî cwanî peristî bû
legeł hawar û giryanî hejarana le şîna bû
legeł nałey kesasana le xurpe û řaçenîna bû
lejêr sayey ewînêka, hemû sîḧrêkî poşî bû
le kuncêkî xerabata, xerîkî badenoşî bû
diłê bû dar û dîwarî hemû mestî nîgarê bû
hemû suçêkî deskirdî, bełênî taqe yarê bû
diłê, xunçey temay wabû, le xoşî ew demî wa ka
ke tîşkî ew le lêwî da, guławpiřjênî dinya ka
diłê, amade bû, tarî, hezar awazî lê hestê
be mercê gułbedem carê bemestî lêy bida, destê
telarî dił, ke dîwarî weha mestî ewînî bû
le baweş girtinî bałay, hemû awatî jînî bû
guł û gułzarî dił wa bû xeyałî řoj û hî şewyan
«ke wa pirşingî dû çawit, biřêjê çawî bê xewyan»
wenewşe û nêrgiz û şewbo, hemû serxoşî tasey bûn
letek sirwey beyanîda temadarî henasey bûn
hemû pêkêkî meynoşî, beyadî ew, ke piř mey bû
le meyxaney diła keylî bizey ew cûte lêwey bû
hemû pařanewey wabû, be şêwan û sibeynanê
ke řojê lêwî piř tasey leser dû lêwî ew danê
***
keçî ew koşkî çend sałey, diłim binçînekey dana
be tenya gerdelulêkî «nehatî», çû be asmana
hemû ew nyaz û awatey le naw naxî derûna bû
le daxî bê bełênîy ew be carê tefir û tûna bû
bełê, katê be xom zanî, beharî piř ewîn řoyî
xew û awatî çend sałe û bełênî pê geyîn řoyî
gelêkim pişkinî dinya le dûy ew cûte lêwey ew
hezar efsûs! ne ew řojem bedî kird û ne şêwey ew
ne piřşingî le xunçey da, ne pencey da le tarî dił
ne bejnî şox û şengî bû be mîwanî telarî dił
ne çawanî gułî řişt û ne kilçêwkêkî pya hêna
ne pirçî nêrgizî mest û, wenewşey şînî dahêna
ne pêkî naye ser lêw û ne bîstim řazî şîrînî
ne mał’awayî lê kirdim ne îtir şêweyîm bînî
***
bełê ew xunçeyey çend heng peşokabûn lejêr pêyda
xewî řoj û şewî wa bû giznigî çawî to lêy da
ke çawî toy nedî şêwa, le daxa kułmî xwa kirdî
gełakanî wekû ’umrî minî bêçare ba birdî
telî dił, çende seyrî kird, ke pencey toy nedî çawî
derûnî bû be gořîçey hemû awazî tasawî
telarî dił ke řoşin bû bewey to bî be mîwanî
hewarî çoł û hołî bû be gořî girdî seywanî
gułî baxî diłim, çawî, bedûy toda ewend gêřa
hetakû çawekey xoşî, le dewrî çawî to gêřa
wenewşe û destexuşkanî, le bê meylîy henasey to
henasey derneçû demyan û tasaşin, le tasey to
we ya ew pêke řengîney ke her neybîst le to dengê
le daxa badekey řişt û, serî xoy daye ber sengê
le paşa, gerd û tozqałê, ke wek kertî diłî min bû
yekîy řûy kirde sûçêk û le tarîkîy şewa win bû
***
bełê, êsta ewey cê mawe bo min, yadgarêke
beserhatî diłî wird û beserçûnî beharêke