şořşî na’umêdî

Li pirtûka:
Řazî Tenyayî
Berhema:
Eḧmed Herdî (1922-2006)
 2 Xulek  2825 Dîtin
binaẍe û çînî dîwarî
telarî berzî diłdarî
be ser laney diła řûxa, teputozî xemî hêna
bedûy bałdarî awatî, fiřîwî bê ser û şwêna
desa ey payîzî matem, ewendem tase pê mawe
hemû ew yadgarey lew jyanî ’eşqe cê mawe
becarê wek geła sirwey xezanit giştî řamałê
bewrdî her gełayêkî, biba bo qujbin û çałê
***
deba bařeş le dwayîda
le byabanî.. limawîda
teputozêkî wa bênê, hewa yekcarî bixroşê
serî ew qujbin û çałe, wekû gořîçke dapoşê
lepaşana be bay weşta, leserda hewrî řeş bênê
be gořî yadgara, ba bexuř tawê bibarênê
de ba bimrê beyekcarî le gořî teng û tenyada
nîşane û nawî hełgîrê lenaw bazařî dinyada
***
bełê ba gerdelûlê bê
ewî bonêkî toy lê bê
wekû ew pûşe řapêçî bika bo gořî tenyayî
be gwêya ba biçirpênê niqamî ’umrî kotayî
pepû hawřazî wêrane û nîşaney mergî řûnakî
be dengî şûmî ba şîwen bika bo gyanî napakî
leser ew deng û awaze, de ba şeytanî řařayî
semay piř tewsî bê şermî bika bo ’eşqî kotayî
***
deba destî sitemkarî
jyanî piř le zordarî
le yada bîsřê şêwet le yadî jîn û gerdûna
bebê řeḧmane ẍerqî ka, le beḧrî qûłî winbûna
winî ka ba le ber çawim, nîgay çawanî fêławît
gułî bê bonî cwanît û bizey ser lêwî jehrawît
be tapoy yadgarî têkşikawî bê ser û pêwe
be diłdarî ’umrî kurt û şewanî cwanemergêwe