tangoy kurdî

Li pirtûka:
Řazî Tenyayî
Berhema:
Eḧmed Herdî (1922-2006)
 1 Xulek  2890 Dîtin
taqane xunçekey baxî jyanim
zîndûkerewey awatî bê gyanim
řoşnikerî řêgay jîn û manim
ba le destî jînî pestî şar û dê, şar û dê
řakeyn û řû bikeyne çoł û herdê, naw herdê
tenya, wek askołey kosar
řû bikeyne qedşax û naw gułzar
***
le qed pałî şaxî hezar be hezar
le say sêberî dirextî naw gułzar
kuncê bikeyn be hêlane û hewar
dest le gerdin, takû mirdin, şox û şad, şox û şad
xemî dinya be maç bideyn be bad, her be bad
gonat, hełmijim piř be dem
sûr hełgeřêy hênde maçit kem