ey dîde perî

Li pirtûka:
Řazî Tenyayî
Berhema:
Eḧmed Herdî (1922-2006)
 2 Xulek  4149 Dîtin
ey dîdeperî bew deme, bew kułme gułîne
bo kes nîye taser, ewerê, em gułî jîne
taser nîye em naze, weha dûrî mebîne
ew çawe gelawêje xełatî ke birîne
ew zułfe ke êstake dûtwêy ’enberî çîne
řojêkî ke dê, têkełî twêy xakî zemîne
ew gerdine bêgerde ke wek textî bilûre
ew lêwe ke wek xunçe teř û nask û sûre
êstake bebê řeḧmî sizay cewr û fitûre
lay waye ke jîn fanî nîye û rêgeyî dûre
nayzanê ke her penceyê lem xakî zemîne
kułmî dehezar leylKes û demî sed memKes û zînKese
emro diłî bêçare ebey eyxeyte naw daw
nayzanî sibeynê ekewî serkiz û damaw
ew cwanîye eřwat û leçaw gum ebê wek aw
ew řoje ebê da’îme her bênye berçaw
ta řeḧmê bikey êstake bem zam û birîne
serkiz nebî lew cêge bê samanî zemîne
em çend qiseyem witwe be to êste beçakî
gerçî eşîzanim diłî berdit nîye bakî
meřwanere emřo ke beřûmet gułî takî
biřwane sibeynê, ke lenaw damenî xakî
sed leylî wek to buwe lem řoşnî jîne
êstake lenaw cergeyî tarîkîy zemîne