çepke gułêk bo sit fatme

Li pirtûka:
Řazî Tenyayî
Berhema:
Eḧmed Herdî (1922-2006)
 2 Xulek  6459 Dîtin
fatme, dû çawî mestit, piř telîsmî cwanîye
piř şerabî xoşewîstî û ’areqî yezdanîye
bejin û bałaket nimûney heykelî yonanîye
lar û lencet mosîqaye, besteye, goranîye
bûkî řazawey xeyałim, gyanekem sit fatme
taqe piřşingêkî çawit ewpeřî awatme
gerçî diłdarî le xakî êmeda efsaneye
her betenya bo kuřî xawen telar û ’aneye
gyanekem, emma diłî min lew diłe şêtaneye
bê ewey hîç şik berê, kujrawî ew çawaneye
her betenya xoşewîstî şik ebem, sit fatme
serwetim nawê, bizey to, ewpeřî awatme
xoşewîstî wa ke namey xwaye bo pêẍemberan
berz û nask, wek henasey piř guławî dulberan
nek wekû ḧezkirdinî dînar û gewher perweran
ew kesaney bo qiřanê, çende diłyan hełweran
xełqî tir pareperistî ba biken, sit fatme
min be tenya, to peristî ewpeřî awatme
zor keřet hanim eda daxî derûnî piř giřim
botî hełřêjim sikałay naskî germ û guřim
daxekem katê ke dême berdemit, waqî wiřim
wam eşêwênê be corê nayełê hîç derbiřim
bûkî řazawey xeyałim, gyanekem sit fatme
gwêye bo em řaze şil key, ewpeřî awatme