dû çeşin diłdarî

Li pirtûka:
Řazî Tenyayî
Berhema:
Eḧmed Herdî (1922-2006)
 2 Xulek  6176 Dîtin
em diłey wek bit peristê řû ekate çaweket
nwêj eka bo tîşkî çaw û zułfe têk aławeket
gerçî eyşêlî be zebrî qondere û pêławeket
qet be diłřeq bast nakem, nayziřênim naweket
çunke eyzanim telarî yare xwapêdaweket
mestî kirdûy, boye nabînê le ’astim, çaweket
baxewan bo ew mebeste guł elawênêtewe
bo ewey gewrey bika û bo pare bîgořêtewe
bîfroşê bew kesey xełqî eřutênêtewe
bo ewey mêzî şerabî pê biřazênêtewe
kiç lelay ême gułêke, boye perwerdey eken
ta biřazênêtewe mêzî şerabî dewłemen
řenge lat wabê ke gwaya yareket maret eka
ya be keybanûy telarî berzî em şaret eka
em xeyałet xawe, tûşî dawî ew maret eka
çunke wek gurgêke, meylî ew leş û laret eka
ew betenya bo gułî ser mêzî badey toy ewê
her ke carê bonî kirdî, ca gułêkî nwêy ewê
ew, gułî bo mêzî bade û poker û yarîy ewê
wate toy bo têpeřînî katî bêzarîy ewê
min, gułim bo towî baxî jîn û diłdarî ewê
yanî min, tom bo ewînî ’umrî yekcarî ewê
tom ewê wek guł le baxî małî minda hełbidey
nek gułî sermêzî îmřo bît û pêxustî sibey
min. ewînim hînî ’umre û, hî xewî şewgar nîye
wek xewî xawen telar û xawenî dînar nîye
her buwe û hergîz emênê, hînî car û bar nîye
awî lêłî kwêre şîwê çeşnî hî řûbar nîye
ca îtir min qisey xom pê geyanî, bê diro
ḧez ekey her wek pepûle řû le agir ke û biřo!