tepłî betał

Li pirtûka:
Řazî Tenyayî
Berhema:
Eḧmed Herdî (1922-2006)
 3 Xulek  2477 Dîtin
wem zanî ke namûs û ḧeya nirxî kuřane
řastigoyî, wiłat perwerî encamî jyane
nemzanî birakem, hemû em nawe zilane
wek tepłî betał, gerçî zil û gewreye dengyan
deskirdî xeyałn le jyana nîye řengyan!
nemzanî etîkêtî sedey taze řyaye!
adabî le laye ewî wek lotî wehaye
fîzî em û ew heł’epeřênê be senaye
kê bawî hebû nokere ew, gwê eleqênê
meymûne, teşî řêse, be dił pya heł’exwênê!
bem core eřoyşit û leber xoyewe eyût:
biřwa ke nekeyt ya ke nebê êste ke demkut
fermû ewegel çonî ełêm waye kut û mit
gewrey ke leber pare teşî řistine pîşey
biçkolekeşî nokerîye karî hemîşey
çend sałe le řêy em geleda, min ke esûtêm
kes nirxî nezanîm û heta tênegeyî lêm
sa şerte ke mîllet eme bê, bîxeme jêr pêm
herçende beser zarî ebê gel mebesim bê
bo şwêne winî berzîy ew gurzî desim bê
awa be řiq û kînewe hengawî ena boy
pîlanî ekêşa be xeyał û xewî bê şoy
ta geyye telarêk û kemê hatewe ser xoy
wek dû diłî yek qaçî bibestêtewe tawê
westa û le paşa çuwe jûrê be şeqawê
lew řojewe herçî ke ezanî û ne’ezanî
lew koşke hełî řişt û firoştî be nîhanî
kotayî be jînî lewe pêşî bewe hanî
lew sawe qełembazî eda paye be paye
bo hełmete kasey gelekey bubuwe saye
înca ke geyî ew be pile û payeyî emřoy
kobûnewe lêy payeperistanî wekû xoy
takû be teşî řistin û badanî diro boy
sewda le penaya biken û cê bifroşin
parû biglênin be şew û bade binoşin
şew mêzî şerabî ke eřazayewe bo koř
řûnakî ebexşî le şewa wîskîy ser mor
ca pêk û serî germ û qise û babetî sed cor
her pexşî sitayş bû be ser kakî beřêza
her guł ekira ca be yexey xawenî mêza
tenya ke ebû ya xefetî karî ekird têy
eydî ke qisey hawdemekey dêtewe ber gwêy
bem şêweye eyxiwêndewe ew nameye bo xoy
fermûte ewey xizmetî jêrdestî mebest bê
pêwîste wekû êwe mezin bêt û bedest bê
pakane ekeyt bo hewesî newsin û birsît?!
gwaya ke leber xizmetî gel ’aşiqî kursît?
kursît ke hebê dadî gelî lêwe epirsît?
qurban! be çi řeng pêt ekirê xizmetî kuncê
ta sûdî legeł sûdî serî gewre neguncê
xo ger byewê ew sere pîlanê bitaşê
ya bo geleket sazî bika kûre û aşê
eybînî ke lem dameyeda etkene daşê!
ewsa meznît, der’ekewê xewn û xeyałe
ew gewreyyey êwe wekû tepłî betałe!
herçî witbû hawdemekey giştî weha bû
pîlan û gel û řołeyî gel agir û ka bû
bo sûdî kesanê, milî çend řołe şikabû!
lem neqşeyeda, kakî mezin, pyadeyî şa bû
lafî meznî û gewreyî ew her wekû ba bû!
ewsa qisekey hatewe gwê zor be zułałî
to dengî dehołêkî we ya tepłî betałî