çaweřwanîy bêhûde

Li pirtûka:
Řazî Tenyayî
Berhema:
Eḧmed Herdî (1922-2006)
 1 Xulek  3267 Dîtin
hemû řojê leber seyrî bitî ew bejin û bałaye
le ser řêda ewestim min, hetakû awî pêm daye
be dû çawê ke şewqî çaweřwanî eytirokênê
be dû çawê ke siřřî qûłî lawêtî edirkênê
serincî řê edem, řêga, hemû şêwey ewî tyaye
wekû dinya lenaw cwanîy ewa twabêtewe, waye
şiney ba, basî cwanîy ew be gwêy minda eçirpênê
hemû derkewtinî şoxê, diłî min da exurpênê
bełam xurpey tewawî dił legeł hengawî ewdaye
ke sertapa le awazî beheştî xwawe peydaye
bełê, katê ke ew derkewt, îtir min bê ser û şwênim
be tîşkî xorî cwanî ew, be carê qułp eda xwênim
wekû çon newnemamê, gerdelûl eybat û eyhênê
leşim muçřikî diłdarî, weha naxî ebziwênê
egerçî wek xeyałî min ’eba dewrî leşî dawe
le endam û leş û larî biłind û řêkî aławe
bełam katê ke ba çimkî ’ebakey la eda, tawê
eřêjê pûzî nayabî, le sîḧrî xwayî, lafawê