řazî tenyayî

Li pirtûka:
Řazî Tenyayî
Berhema:
Eḧmed Herdî (1922-2006)
 2 Xulek  6106 Dîtin
jyan û erkî naxoşî pepûley arezûy kuştim
şerabî camî diłdarî, le tafî lawîya řiştim
temî řojanî piřmeynet, weha tarîk û çiłkin bû
nîgarî xoşewîstî dił, perî asayî, tya win bû
şewî tenyayî, řûnakîy çiray awatî, xinkanim
desî nakamî, awazey derûnî keylî tasanim
ewa êsta legeł zamî
derûnî piř le nakamî
epêwim çołî sersamî
le tenyayîy şewî jîna, enêm hengawî kwêrane!
nîye destê derim bênê lenaw em goře wêrane
nîye cwanê, serî kasim binême ser diłî nermî
ke hîlakîy leşim derka xewî ser baweşî germî
egêřim çawî bê tînim be tarîkîy şewa, sersam
nîye pirşingî dû çawê, ke řûnakî bika, řêgam
be ẍeyerî bałî xemnakî
şewî piř tirs û samnakî
nîye yek toze řûnakî
nîye tenya perîzadê, ke pałim pêwe nê, nazî
ke behrey sîs û jakawim bibûjênêtewe, řazî
tirîqey ew, temî em ye’se řamałê leser çawim
wekû lay laye jîrî ka, diłî mindałî giryawim
bełê gwê heł’exem bêcge le xurpey sist û lêdanî
diłî pestim, ke nûzey dê be ’astem řazî penhanî
nîye, her dengî hîç nayê
le hîç şwênê, le hîç layê
şeqey bałî şiney bayê!