leser řû daneyî xałit be fen danawe deyzanim

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  964 Dîtin
leser řû daneyî xałit be fen danawe, deyzanim
be qesdî murẍî dił zułifit be dewra dawe, deyzanim
xerîkî diłnewazîmî be çawî merḧemet zahîr
nîhanî bo serim tîẍî birot saw dawe, deyzanim
giranxêzî le řeftara behanet ’ucb û temkîne
be bałata le gêsû ejdeha aławe, deyzanim
syehdił merduman çibkem le şer’a şahîdî naden
dizînî dił le sînemda futûrî çawe, deyzanim
wekû sînem debê tê kiçê le her cê dił qerarî bê
le zułfa aşyanî bestibê şêwawe, deyzanim
le řûy berqî tecellîy ḧusnita muşkîl diłim mabê
mucessem ger le sengî xare bê sûtawe, deyzanim
ferîbî dił dedem daym be mujdey řu’yetî ḧusinit
egerçî wesłî to ’enqasîfet her nawe, deyzanim
qyamet ḧeşre bo ’alem welakîn her le êstawe
xudawend bo řeqîbim dozexî tawdawe, deyzanim
mubalatî nebû diłber be ḧałî salimNasnava edebîy mezłûm
be ḧerfî mudde’îy załim, bedił torawe, deyzanim!