řefîqî goşeyî ẍurbet herasanin le nałînim

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  550 Dîtin
řefîqî goşeyî ẍurbet herasanin le nałînim
le eşkî dîde emşew baz le xwêna mewce bałînim
’urûcî send le sen’an wesfî eḧwałim le řêy ’îşqa
meger ustadî tersaye be xesłet yarî bê dînim?!
çi cayî dił? le şewqa xwên be çaw dênê, eger carê
xîzabî pêy segî kot bê ḧenayî eşkî řengînim
le ẍem êstem debînin, way dezanin ewwełî derdime
demêke bêxudim yaran, be yadî yarî dêrînim
şehîdim min, werin memşon û defnim ken, dexîl yaran!
le qebra ḧuccetî ḧeşre serapa bergî xwênînim!
biłên: ba yar le wextî mirdina zû bête ser şîwen
qubułme ger seday ew bê lebatîy dengî yasînim
xeyałî dest le hîcrana ke dête gerdinit her şew
be řengî guşwarey to debarê eşkî perwînim
le koy ’îşqa dûsed kêwî cefa bare leser şanim
yeqîn salimNasnava edebî le mîḧnetda minîş ferhadKesy şîrînim