şew hatewe, min bê dił û mecnûnî kesêkim

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  476 Dîtin
şew hatewe, min bê dił û mecnûnî kesêkim
matemzede û bêxud û meḧzûnî kesêkim
qed xarî cefa nêşî nemawe, be syaqê
meḧwî nezerî ’arîzî gułgûnî kesêkim
saqî le sefa, newbetî min, mey mede esłen
mestî nîgehî dîdeyî meygûnî kesêkim
newḧem le siruşk lucce û tofanî behemda
sergeşte şenaco le yema, nûnî kesêkim
bo gencî tereb, talîbî teswîrî peşîzim
bo neqdî cefa, mun’îm û qarûnî kesêkim
piř muşkîle teb’im legeł em ehle biguncê
bo qałbî tînet ezel efyûnî kesêkim
lem řahe xeternake, guzer zeḧmete salimNasnava edebî!
candade û uftadeyî efsûnî kesêkim