dirêẍa se’we’asa seydî dîdey şahbazêkim

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  580 Dîtin
dirêẍa se’we’asa seydî dîdey şahbazêkim
zedey tîrî nîgahî caduwaney ’îşwesazêkim
egerçî zahîren derwêş û miskîn û gedařengim
le ẍezney xatra meḧmûdî gêsûyî eyazêkim
le çetrî nadrî řutbem gelê bałatre êsta
ke min îksîrî xakî řehguzarî serfirazêkim
wekû encum be řecmî mudde’î exgernumam emşew
serapa nar û şu’ley ateşî řûy cangudazêkim
dirêẍa kiştî ummêdim ke dête ḧałetî sebzî
řeqîbî seg sîfet ḧazir debê ye’nî: berazêkim
eger doste eger duşmin le qapît na’umêd nabin
minîş lem dergeda yařeb! tełebkarî nyazêkim
egerçî mîhrebanî ḧukmî wek ’enqaye lem ’ehde
ẍulamî talî’î xomim ke dîlî diłnewazêkim
tełebkarî ḧeqîqet xatrî salimNasnava edebî le batînda
egerçî zahîren diłdadeyî ’îşqî mecazêkim