qet tewaw nabê arezûy yarim

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  670 Dîtin
qet tewaw nabê arezûy yarim
axrî ’umre ewwełî karim
wa ḧekîmim dełê: diłî bîmar
sîḧḧetî dê be çawî bîmarim
dek zyad bin cemałî to û ’îşqim
canim azade ta giriftarim
qet gurêzim neda le tîrî mujet
ey besa sext can û bê ’arim
peřtewî aftabe şem’î şewî
’u’reha dił le zułfî diłdarim
ta nebînê mehî cemałî ḧebîb
’are xew bête çawî bêdarim
salimNasnava edebî emşew be nałe qadir nîm
beske zar û nezar û efgarim