ledes em espe boze bêqerarim

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  651 Dîtin
ledes em espe boze bêqerarim
hemîşe dił ẍemîn û daẍdarim
leber bênî birînî laşewîley
weha gêjim nemawe îxtyarim
werin karwanî tuccarîym bibînin
meta’im mişkîye hemmane barim
ke dê lafawî xwênîn, dirî? şewqî
werin pêm hełpijên kotaye karim
letaw kêm hênde dest û pel deşorim
dełêy newsofyekanî tobe karim
emende řast û çep fikirîm le zamî
bebê ’îllet emêstaş xêl û xwarim
denûm carcar lejêr sayey çinara
le şiłpey dengî gwêçkey geşkedarim
bo xom sergeşte û espîş wehate
hemîşe boye min zwîr û zigarim