sebûrîm dê bibînim, ger be xew, dîdarî diłdarim

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 2 Xulek  558 Dîtin
sebûrîm dê bibînim, ger be xew, dîdarî diłdarim
legełma duşmine, çibkem řefîqan, çawî bêdarim
lepaş derdî fîraq, îtir lelam dunya hemû peşme
le ’umir û zîndegî û ’eyş û cewanî, cumle bêzarim!
ecel! darûy şîfay min mirdine, sa dey xełasîm ke
le dest derdî ḧeyat û cewrî dunya zor be azarim
be mîslî zułfî diłber tîre û aşufteye, řojim
be řengî le’lî lêwî ałe daym, eşkî gułnarim
behem nayê leber kurtî le her sû řişteyî ummêd
yehûdane felek ’uqdey ewende xiste naw karim
numayan ke seba! î’cazî yûsif, wextî îmdade
ẍubar bêne le koy cananewe bo dîdeyî tarim
be yek dił bo diłaramê be dił mecnûn û xû sen’an
xeyałî zułfî leylaye, be daym bend û zunnarim
le ḧîrsî ẍem, be leb ger aşna bê şekweyî dûrî
diłî ’îsa be coş dênê, seday efẍan û hawarim
legeł dunya beşeř hatûm û ko nadeyn, desa yaran!
felek çerxê tire, ya min ezel cansext û bê ’arim?
kesê teftîşî eḧwał ka, biłê: nasalime «salimNasnava edebî»
seba teşrîfî xast, ger deçîte menziłî yarim!