xuda çibkem ledes bextî cefakêş

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  683 Dîtin
xuda çibkem ledes bextî cefakêş
nemekřêze leser daẍî diłî řêş
le ẍemzet muddetê bû xom deparast
ecel hênamye ber tîrit ciłewkêş
te’eşşuq bo kemałî ’aşiqî zar
bemîslî ḧemleyî gurge eser mêş
le tay mîzanî ’îşqa ser çi sûke
le kîşî diłbera bê wezne bo kêş
fîraq ḧełwayî wesłî kird be sefra
feramoşim buwe noşt letaw nêş
le řûgermîy û diłserdît melûl nîm
dekem şukirit be în’amî kem û bêş
temaşa kem le wez’î bezmî diłber
řeqîb bê ẍa’île û salimNasnava edebî be’endêş