ebdałî ebed her minim ey çerxî cefakêş

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  709 Dîtin
ebdałî ebed her minim ey çerxî cefakêş
ta derbeder û şehir be şehirim wekû derwêş
yek bêşe le seḧrayî derûn sebze le sînem
az bis kihFarsî řwa tîrî nîgahit le diłî řêş
ta yarî minî yarî diłim her ẍemî toye
bêgane bûm yeksere bo to le kes û xwêş
cuz bûseyî eyyamî řezamendîy diłdar
nemdî le cîhana be ebed noşê bebê nêş
wa dêtewe swê zexmî derûn gahî xeyałit
şew xawî nîye salimNasnava edebîy bêçare leber êş