be wefaye qerarî min, mexsûs

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  486 Dîtin
be wefaye qerarî min, mexsûs
be cefa şuẍłî yarî min, mexsûs
le wefat dûre bêy, eger bimirim
řûbeřû bo mezarî min, mexsûs!
zînde her kes be řût, welakîn xût
berqe bo kiştizarî min, mexsûs!
ew kese îbtida gułî beş kird,
xarî xiste kenarî min mexsûs!
lêkî da asman beraber zułf
usxeyî řozgarî min, mexsûs
sûrme bo çawî mudde’î dênî
ger be bad dey ẍubarî min, mexsûs
dawye salimNasnava edebî! zemane řîswayî
ḧasłî se’îy karî min, mexsûs