zehre xeşmî to nezanê noşe ger zewqî zemîr

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  503 Dîtin
zehre xeşmî to, nezanê noşe ger zewqî zemîr
nesrewê şew ta seḧer ya řeb le êşî nêşî tîr
salîkî cadey ḧeqîqî ger cewanmerdî deka
ba bixiwênê dersî ’îşqit îbtida ta bê be pîr
şîreyî pustanî ḧusinit qûtî tîflî merdume
şîrî pustanî nebê najî yeqîn tîflî seẍîr
nařesîde kûdekêke muste’îddî kuştinim
boyî xwênim dê le ẍemzey, dê le lêwî boyî şîr
wek le tarîkî şewa nageh çiraẍê bête der
perdeyî zułfî ke lada kewte der bedrî munîr
ta le kufrî zułfî yara dił giriftarî nedî
nemdezanî pîş az aynFarsî bem şerḧe eḧwałî esîr
key be damanit dega sa destî ew gahî nyaz
to şehî ḧusin û celal û salimNasnava edebîy miskîn feqîr