hełpija xwên be cigerma demî ẍemzet le zemîr

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  570 Dîtin
hełpija xwên be cigerma demî ẍemzet le zemîr
hate cunbuş ke be ahim le derûna peřî tîr
bo řefû kirdinî çakî demî şemşêrî biro
muje terdeste le diłma wekû sûzen le ḧerîr
hemeca xwarkeşan ta be lebî çahî zenex
kafrî dił sîyehî dîde deba dił be esîr
ta teředdudme leser sefḧeyî dinya le ẍemit
bes keşakeş le guzermaye wekû kilkî debîr
bo siruştî bedenit řojî ezel sanî’î kul
safîy mirwarîy û mahîy be yeka kirde xemîr
be nîgarî ’ecemî şêweyî to nayete zebit
taze’amûxte key meşqî degate xetî mîr?
zîre sermayeye bo salimNasnava edebî û kirmanî deba
şî’rî kurdî ke bida cîlwe lelay şêxî kebîr