ribna sakînî kotin çi ẍułam û çi emîr

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  680 Dîtin
rebeّnaErebî sakînî kotin çi ẍułam û çi emîr
wekû yek ehlî nyazin, çi ẍenîy û çi feqîr
be umêdî keremit şam û seḧer sucdekunan
deken îzharî řezalet çi geda û çi wezîr
benezer řeḧmetî towe le nezer ehlî beser
cumle nezdîkî necatin çi zelîl û çi esîr
şerefî xel’etî xasist beqeder kullî cîhan
çespe bo qametî her kes çi tewîl û çi qesîr
zor be kem gahî kerem qabîle bo qudretî to
curmî sîfrî eḧedêke çi qelîl û çi kesîr
setḧî dunya wekû gehwareye bo tîflî beşer
şîrexwarî keremî ton çi seẍîr û çi kebîr
fîkirî xassî nudema û qudretî to zîddî yekin
lem řehe meḧwî kemałn çi mudîr û çi muşîr
talîbit geyne meqamê be sefay hîmmet û ḧał
çi tefawet nîye boyan çi pełas û çi ḧerîr
şahîdî xalîqe teswîrî xelayq arê
zahîre qudretî suni’it çi le buřna, çi le pîr
ḧurmetêkin le kefî bexşişî to gewher û xak
zîwerêkin le wicûda çi qumaş û çi ḧesîr