cîlweyî ’îşqit deka herdem le dił nûr aşkar

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  571 Dîtin
cîlweyî ’îşqit deka herdem le dił nûr aşkar
pêşî dîdey dił le řûta agirî tûr aşkar
wam dewê sîřřî nîhanim qet le perde derneçê
cezbeyî ’îşqit deka pêm řazî mestûr aşkar
kirdûye lêm ze’fî xom û şoxîy û cewr û cefat
çingiłî bazî şikar û ḧałî ’usfûr aşkar
ger bizanî nûkî peykanî mujet çonedête dił
bot debê se’bîyetî sûraxî zenbûr aşkar
sebkî şî’irim şahîde bo diłřubayî diłberim
sûřetî çînî deka tez’înî feẍfûr aşkar
mudde’î xatir îşarey řût deka ḧaşa meke
mebnîye bo badenoşît çawî mexmûr aşkar
řoj ke zahîr bû nîşaney def’î nusxey zułmete
zułfî to, bê şew, le řûy řoj kirdî deycûr aşkar
men’î zarîy dił ke salimNasnava edebî ba neda ’îşqit birûz
bezmî penhanî deka awazî semtûr aşkar