bê aramî

Li pirtûka:
Řazî Tenyayî
Berhema:
Eḧmed Herdî (1922-2006)
 1 Xulek  3667 Dîtin
ax û dax û derd, le dest tenyayî
peşêwîy bê ḧed, derdî bê dwayî
em sersamîye
bê aramîye
dił nakamîye
key dê kotayî?
***
bo her kwê eçim pêy xiraptirim
nasrewê diłey piř le agirim
ne le naw gułzar
ne lay xizim û yar
ne le deşt û şar
oqre nagirim
***
le dest şar hełdêm, eçme naw gułzar
lewêş hełnakem, dêmewe naw şar
wek aram nemaw
dił û pê sûtaw
xaney xew řûxaw
le dinya bêzar
***
ke be têkeł bûn weha bêzarim
boç betenyayî peşêwe karim?
bo wek řenceřom
weřes bûm le xom
bo her kwê eřom
dił bê qerarim?