pêşekîy çapî duwem

Li pirtûka:
Řazî Tenyayî
Berhema:
Eḧmed Herdî (1922-2006)
 38 Xulek  2536 Dîtin

lew řojewe «řazî tenyayî» bo yekem car, le sałî 1957da çap kirawe, hendêk le şî’rekanî bûnete mayey giftugo û lêdwan û leser nûsînî hendê biraderî nûser, ke daxekem her yekeyan le xoyewe kat û mebestî bo şî’rekanim danawe, yan be arzûy xoy lêkî dawnetewe.

lenaw emaneda dwanyan, yan biłêyn nûsînî dwanyan, bayexêkî taybetyan heye: yekemyan hawřêy beřêzim «di. ’îzzedîn mistefaNava taybet»ye ke le kitêbî «alwaq’îة fî aladib alkirdîErebî»da ke diktoranamey mamostay nawbirawe, le çend şwênêkda basî şî’rekanim ekat.

duwemyan: witarêke ke «kakey felaḧNava taybet» le řojî 1/8/1977 da le baxçey yekêtîy nûseranî silêmanî, derbarey min dabûy û le dwayîda (sałî 1978) ew witarey legeł çend witar û nûsînêkî tirda be nawî «karwanî şî’rî nwêy kurdî»yewe le çap da û biław kirdewe.

herçî nûsînekey kakey felaḧe, basêkî ta řadeyek dûr û dirêje. lepał şîkirdinewe û lêkołînewey edebîda, çend hêrşêkî nařewa û gelê qisey řeq û naşaystey têdaye, wek wîstibêtî nawî min lekedar kat, le katêkda ke min nek her lem wiłate nebûm, bełkû hewałî mirdinîşim lem demewe eřoyşit bo ew dem.

ewey řastî bêt katêk ke wîstim řazî tenyayî bo carî duwem çap bikemewe, le pêşda biřyarim wa bû ke wełamêkî dûr û dirêjî herdû nûsînekey di. ’îzzedîn û kakey felaḧ bidemewe, lem řuwewe, zortirîş qisey biraderêk karî tê kirdim ke witî: «eger sibeynê xot mirdît, kê ledway xot etwanêt le cyatî to wełam bidatewe? tenanet eger kesêkî waş hebêt, kê biřway pê ekat? yan xwanexwaste, dway mirdinî ewan aya wełam danewey to nabête hoy ewey xełkî biłên: heta nemirdin neywêra wełamyan bidatewe! çunke ewende bełgeyan bedestewe bû, ke le jyanî xoyanda, newêrêt serpêçîyan legełda bikat!», ełêm le řastîda em qiseye karî tê kirdim û destim daye qełem û wełamêkî dûr û dirêjim nûsî bew hîwayey bîkem be pêşekîy em çapî dûheme, bełam paş mandû bûn û nûsînêkî zor, bom derkewt: ke nûsînêkî wa dûr û dirêj, nek her lêreda cê nabêtewe bełkû pêwîstî be namîlkeyekî serbexoy serumře. egerçî tenanet lewêşda řenge her derfetî ewem nebêt ke: ser ta xwarî qisekanî kakey felaḧNava taybet şî bikemewe. ca leber ewe biřyarimda ew wełame le namîlkeyekî taybetîda binûsim û le derfetêkda çapî bikem.

bełam ewey lêreda pêwîste dest nîşanî bikem, çend xałîkî serekîye ke: be şêweyekî giştî, hendêk le şî’rekanim û çend sûçêkî jyanî xom, ta řadeyek, řûnak ekatewe û le heman katda wełamêkî seretayye bo qise nařewakanî kakey felaḧNava taybet, ke her le seretawe way pîşan edat, min le şa’îrî kewtûm û qisekeş edate pał xom. le paşanda, em boçûney xoy, be çend şêweyek dûbare ekatewe.

bo nimûne ke dête ser em sê beyte:

bełê ewsa diłêkim bû ke serçawey jyanim bû
diłê mełbendî awat û tewjim û tînî gyanim bû
diłê gułzarî diłdarî û beheştî xoşewîstî bû
wekû bitxane meydanî bitî cwanî perestî bû
legeł hawar û giryanî hejarana le şîna bû
legeł nałey kesasanda le xurpe û řaçenîna bû
 

ełêm ke dête ser em sê beyte ke beşî dwayîy şî’rî «diłêkî têkşikaw»e û le katî xoyda nemtiwanîwe tewawî bikem, kakey felaḧNava taybet ełêt: lêreda lepiř westawe şî’rekey bebê encam û nakamił be cêhêşt û neywîst, ya řastitir neytiwanî bigate kotayîyekî serkewtuwane û tewaw. wa dyare her tenya kakey felaḧNava taybet biřway wa nebuwe, bełkû hendêk biraderî tirîş lew biřwayeda bûn ke min natwanim ew şî’re be heman soz û germ û guřîyewe tewaw bikem, lemane mamosta «’umer ’arfNava taybet» ke hawřêyekî dêrînme, le hemûyan zortir em qiseyey kirduwe û nek her eweş, bełkû girewêkîşî leser kird û bełênî da ke seyranêkî gewre bo desteyekî zor lew biraderane saz bikat, bew mercey min ew şî’re tewaw bikem. bełam lêreda cyawazîyekî bineřetî heye lenêwan qisey kak «’umer ’arfNava taybet» û qisey kakey felaḧNava taybetda, ewîş eweye ke herçî kak ’umerNava taybet û hawřêkanîn, biřwayan wa bû ke şî’rêk le 1946 da witrabêt, le 1983da tewaw nakirêt, bełam min be tewaw kirdinî şî’reke twanîm bîselmênim ke em barî serince řast nîye.

bêynewe ser bîruřay kakey felaḧ û witman biřway mamosta felaḧ legeł biřway kak ’umerda zor cyawaze, çunke eger em leber çend hoyek tewawkirdinî ew şî’rey be giran zanîbêt, kakey felaḧ nek her ew şî’re, bełkû biřway waye ke gwaye carêkîtir natwanim hîç şî’rêkî wa besoz biłêm, eweta ełêt: «... leber eweş ke be taqî kirdinewey boy derkewt ke natwanêt şî’rêkî hawbîr û hawsoz û behredaraney wek ewaney pêşû biłêt, mesłeḧet waye bêdeng bêt... hoyekan û zamekanîş zortir lewe qûłtir û beswêtirin ke wişke gileyî û tasey ser pêyî em û ew kar le şa’îr bikat û bicûłêt».

wek eybînîn kakey felaḧ zor be diłnyayîyewe way pîşan edat ke min carêkî tir natwanim şî’rêkî wek hî caran biłêm, cige lemane gelê qisey tirîş ekat ke lêreda cêy bas kirdinyan nîye.

wek le nûsînekey kakey felaḧ û ewanî tirda der’ekewêt, ew nûseraney basî ew qonaxaney eken ke şî’rî minî pêda têpeřîwe dû xał heye nayzanin:

yekem: ewe nazanin ke le seretay jyanî edebîmewe, cige le serdemêkî kurt, qutabxaney «řomansî» karî tê kirdûm, pêş ewey hîç edebêkî «řyalîzmî» bibînim, herweha ewe nazanin katêk ke çûme meydanî syasetewe, min le qonaxî xoşewîstîy duwemîş têpeřîbûm, egerçî kartêkirdin û şwênewarî ta çend sałêkî tirîş her mabû be pêçewaney ewewe ke kakey felaḧ ełêt: «şa’îr le dinyayekî řyalîzmî serqałî karubarî bîr û baweřî syasî û... cimucołî řojanewe řûy kirde mełbendî sozî řomansîyane û bezmî diłdarî.»

wate be pêçewanewe min le dinyayekî piř coş û xiroşî diłdarî û sozî řomansîyewe řûm kirdûtewe meydanî syaset, boye ebînît le seretada şî’rî piř sozî řomansî û le dwayîda şan be şanî ew, babetî řyalîzmî le şî’rekanmida dyarin, bełam nabêt eweman le bîr biçêt ke qutabxaney řomansî xoy le xoyda (dû řêřewî cyawazî têdaye ke etwanîn řêřewêkyan naw binêyn řîřewêkî řomansî řût yan selbî û řêřewêkî îcabî. ke emî duwemyan, pał be mirovewe enêt wîstî xoy le jyanda bisepênê û gyanî berberekanêy têda dirûst ekat dijî nalebarîy jyan û ew kotaney be zor ekirêne pêy.

min le seretada řêřewî yekem û le paştirda herdû řêřeweke le şî’rekanmida dyarin wek lepêşda witim û ta maweyekî zor her dû řêřeweke şan be şanî yektir řoyştûn, emeş şitêkî seyr nîye ke řêřewêkî edebî ewende kar bikate ser dił û derûnî mirovêkî şa’îr ya hunermend û şan be şanî řêřewêkîtir, ta maweyekî zor le jyanîda biřon be řêwe, çunke jyanî derûnî û hest û soz û nax û hoşî mirov, ewende sade nîye, yan jûrêkî sadey dû derga nîye, lem serewe tewjimî tê bikeyt, lew serî biçête derewe! bełkû her şepolêk, yan tewjimêkî bîruřa, yan tewjimêkî soz û xoşewîstî û huner, ke çuwe derûn û naxî hestewe, řegî dakuta, herwa be asanî, şwên bo tewjimêkî nwê be cê nahêłê, bełkû le tekîda ekewête zoranbazî, bigre lewaneye ta maweyekî zor herdûkyan şwênewaryan le dił û derûnda dyar bêt, ta le dwayîda, yekêkyan ser ekewêt.

gumanî têda nîye, minîş wazim le şî’ir nehênaye, yekêk lew řêřewane (yan ew tewjimane) beser şî’rekanmida zał ebû û min lam waye řêřewî duwem wate: řêřewêkî «îcabî» şořişgêřanem egirt, çûnke beřastî le sałî 1957da xom hatbûme ser ew bîre û bo ewey xwêneranî «řazî tenyayî» ew tem û mijî na’omêdî û awaze giryanawîyey şî’rekan karyan tê neken, ewe bû le seretay çapî yekemda witbûm: ḧez nakem be min bêt, gwêy hîç gencêkî kurd bew çeşne awazane bi’axnirê ke ser ta pa bo afret û diłdarî elawênêtewe. bełam daxekem zorbey ew nûserane, yan lem qisane tê negeyştûn, yan zor çak têy geyştûn û xoyanî lê hełe eken lenaw hemû ew kesaneda ke le «řazî tenyayî» dwawin, tenya lawêkim dîwe ke ta řadeyekî zor lew çend dêře têgeyîştibêt, ewîş şa’îrî law kak enwer qadirNava taybete. be her ḧał ba bêynewe ser xałî duwem.

duwem: ew nûser û řixnegrane, heta êsta nazanin şî’rekanî min her yekyan key û bo çî witrawin û kamyan pêş kamyan kewtûn leber ewe zor car le gotre şî’rêk ke le seretay jyanî herzekarîmda witrawe, ewan be hî serdemêkî tirî da’enên û kamyan pêş kamyan kewtûn leber ewe zor car le gotre şî’rêk ke seretay jyanî herzekarîmda witrawe, ewan be hî serdemêkîtrî da’enên û be arezûy xoyan mebestîşî bo da’enên. daxekem lêreda bwarî ewem nîye le yek be yekî şî’rekanim bidwêm, leber ewe hełî egirim bo namîlkeyekî taybetî, bełam be helî ezanim ke le beşî duwemî em pêşekîyeda eşê be pêy pêwîst basî hendêkyan bikem û mêjûy heryekyan nawnûs bikem.

pêş ewey basî em çape tazeye bikeyn, ba basêkî çapî yekem bikeyn, ke le sałî 1957da çap kirawe.

le katî xoyda û le çend maweyekî dûr le yektirda, zorbey şî’rekanî «řazî tenyayî»m bo hawřêy xoşewîst kak meḧmud tofêqNava taybet be xetî xom nûsîbû, leser daxwazî xoy.

le dewr û berî 1957da řojêk kak meḧmud tofêqNava taybetm tûş bû le yekêk le şeqamekanî silêmanîCihda mamosta me’rûf xeznedarNava taybety legełda bû, ke ewîş yekêke lew hawřê beřêzaney le konewe emnasîn, wabzanim «cemał xeznedarNava taybet»yişyan legełda bû, paş westan û çakî û çonî, kak me’rûfNava taybet ke ewsa hêşta doktoray wernegirtibû, řûy tê kirdim û witî: «ême biřyarman dawe şî’rekanit çap bikeyn».

herçende le seretawe min řazî nebûm û witim min şî’irim nîye û natandemê, bełam ke ewan destinûsekey xomyan pîşandam ke bo kak meḧmûdim nûsîbû, naçar bûm biłêm başe bełam pêm witin zorî em şî’rane natewawin û çap kirdinyan şitêkî řast nîye, ke çî kak me’rufNava taybet biřway wabû ke tenanet legeł eweşda hendêkyan natewawin, her tînûyetî xełk eşkênin, çunke ta řadeyek mebestyan dawe be destewe.

lam wa bê zortir mebestî ewe bû naçarim bikat tewawyan bikem, be herḧał le sałî 1957da, çap kira û legeł eweşda hendê şî’rî tirim hebû ke lew çapeda nenûsrawe, wek:

1. şî’rî «felsefey diłdarî»: ke yekêke le şî’re cwanekanî «şîllîNava taybet» û min le katî xoyda le govarî «alimcilة»y «’ibdaliḧq fazilNava taybet»ewe werimgêřabuwe ser kurdî û le sałî 1937 da le 14y eylul le řojnamey jînda biław kirawetewe, herweha le paşa le jimare 3-4y govarî gelawêjî sałî 1942 da biław kawetewe, bełam nawekey gořawe be «felsefey diłdaran».

2. şî’rî «bê aramî»: emîş herçend şî’rêkî keme bełam wêney bê aramîyekî dewrî herzekarî ekêşê ke lenêwan «1938-1939» da nûsrawe hawřêyekî wek kak ’umer ’arfNava taybet nebêt kesî tir le minî nebîstuwe.

* şî’rî «peyamî yar», yan «le yarewe»: em şî’reş her le çapî yekemda nye. çunke dway çapî yekem witrawe.

le bîrim dê le katî xoyda, wate le ḧuzeyranî 1958da hawřêy hunermend «qadir dîlanNava taybet» daway lê kirdim ke şî’rêkî bo dabnêm bo awaz goranî bişêt, minîş emem bo danawe ke bo yekem car le hołî kitêbxaney giştî, «’umer řezaNava taybet» be awazekey «qadir dîlanNava taybet»ewe û witî, be boney çêrokêkî şanogerîyewe ke hawřêy beřêzim kak mistefa sałḧ kerîmNava taybet daynabû.

3. şî’rêkî ’erebîm heye be naw nêşanî «silwat alimiḧb» û lam wa bê eme duwem care şî’ir be ’erebî biłêm, yekemyan hêşta qutabî bûm le «mamostayan», le encamî girewêkda nûsîm, daxekem êsta her çwar dêřî yekemim le bîr mawe.

be her ḧał, bêyne ser basî «silwat alimiḧb», lew sałeda -ke lam wa bê 1951 bû- govarêkî êstigey řadyoy lubnanîm dest kewt, wa bizanim «hina bîrut»y naw bû.

zortir leber ewe kiřîm şî’rêkî ’erebîy têda bû ke êsta le bîrim nemawe řenge «qitrat silas»y eḧmed safîNava taybet bê.

herwa çawim be govarekeda egêřa, «girewêkî şî’rî» têda bû bo şa’îran, ke her kesêk bitwanêt şî’rêkî diłdarî binêrêt bo řadyoy bêrut û lîjney taybetî êstige pesendî bikat, xełat ekirêt û sê xełatî bo danrabû û yekêk le mercekanî ewe bû 10 şî’ir lewaney, lîjneke pesendî ekat awazî bo dabnirêt û bibête małî êstige û mercêkî tirîşî ewe bû ke şî’reke le dwanze beyt pitir nebêt, ewe buwe hoy ewey ew şî’re dabnêm. bełam ke geřamewe, bo govareke takû nawnîşanî tewawî êstigeke bizanim em mercey tirim dî ke nûsrabû: «tenha şa’îranî lubnan etwanin lem girewe şî’rîyeda beşdar bin», leber ewe nemnard, herçende le dwayîşda bîrim gořî bełam taze katî xoy têpeřîbû.

înca ba bêyne ser basî ew sê şî’rey ke le çapî yekemda be natewawî mabûnewe û le sałî 1983 da tewaw kiran.

em sê şî’re herçend çend qiseyekyan lê kirawe û qisekan hîçyan mebestyan nepêkawe, wate ewaney basî em şî’raneyan kirduwe, le xoyanewe lêy dwawin, legeł eweşda xoşim ḧezim kirduwe tewawyan bikem, nek her leber ewey nařastîy qise û boçûnekanî ewane be xwêndewaran biselmênim, bełkû leber ewey ke bełênîşim dabû her çonêk bêt em şî’rane tewaw bikem.

ewsa kakey felaḧNava taybet le sałî 1977da witarekey dabû, wekû witim min lem nawe nebûm û neşim ezanî ke tewaw nekirdinî ew şî’rane û bêdengîy em çend sałem be corêkî taybetî lêk dirawetewe û kirawe be bełgeyek bo ewey ke min hergîz natwanim şî’ir biłêm. bełam ke hatmewe û ew qisanem xwêndewe, biřyarim da ke em şî’rane tewaw bikem, ba zor leserî neřoyn û bêyne ser şî’rekan:

 

1- şî’rî «diłdarî kiçî taze» ke le bineřeta nawî «dû çeşin diłdarî»ye. kakey felaḧ ke basî em şî’re ekat, ewey ke ełêt:

em diłey wek bit peristê řû ekate çaweket
nwêj eka bo tîşkî çaw û zułfe têk aławeket...
 

wa ezanêt ke şî’reke «heman çîrokî xoşewîstî» mine û gwaya «beçke dewłemendêk» xoşewîstekey «lê zewt kirdûm» ke emane hersêkyan řast nîn û bełgeyekin bo ewey mamosta agadarî baseke nîye û le xoyewe qise ekat. bo ewey xwêndewarî xoşewîst agadar bêt, ełêm le sałî 1950da le encamî çend gifit û go û qise gořînewe û lê dwanêkî dûr û dirêjî ewsada, wam be bîrdahat ke çend şî’rêkî diłdarî řêk bixem ke le naweřokda cyawazî çînayetî pîşan bidat, bełam be corêk bêt ke legeł zemîney giştî şî’reke da bigoncêt, nek bîruřayekî nasaz bêt û be zor axnirabête naw şî’rekewe. lem řuwewe herdû şî’irim pê witra, yekemyan şî’rî «sit fatme» bû, yewî tiryan «diłdarî kiçî taze» bû ke le bineřetda nawî «dû çeşin diłdarî» ye.

bełam şî’rî «sit fatme» wek le paşda basî ekem, yek- dû hoy tirîşî hebû bo dananî, bełam ewey giringe lêreda eweye: ew pelamardanî «xawen telar û ’ane» yey le şî’rî sit fatme da heye le řastîda zyatir egeřêtewe bo ew piřojyey ke witim, nek bo cyawazî çînayetî nêwan min û ew kiçe y lewêda naw nirawe «sit fatme». lêreda mebestim ewe nîye ke ew cyawazîye nebû, çunke le řastîda ew kate min bê êş bûm, bełkû mebestim eweye eger ew kiçe zor hejarîş bwaye min herwam pîşan eda ke le çînêkî le xom beriztire, çunke wek le pêşda witim mebesteke derxistinî cyawazî çînayetî bû le şî’rêkî diłdarîda.

bêynewe ser basî «dû çeşin diłdarî» yekey lemeř xoman, serkewtinim le şî’rî «sit fatme» da, hanî dam ke şî’rêkî tir dabnêm ser û miř bo ew mebeste terxan kirabêt ke witim, bo emeş çîrokêkim be bîrda hat ke zor car le jyanî komełayetîda řû edat, ewêş eweye, kurêk ke le piley komełayetîda hawçînî kiçêke yan kemêk xwartire lew, ḧez le kiçe ekat û be temaye bîhênê, bełam kiçeke ḧez lew kuře dewłemende ekat ke be xoy û kadîlakekeyewe dewr û xulî kiçe edat, bełam nek bo ewey bîhênêt, bełkû bo ewey wek pîşey xoy legełîda řabwêrêt û paşan wek gułî sermêzekey besîs û jakawî fiřêy bidat. be kurtî çîrokeke birîtye lewey ke basman kird, leber ewe xom xiste şwênî kuře hejareke, ke witman le piley komełayetîda hawçînî kiçeke, yan kemêk xwartire û em qisanem pê wituwe ke lem çape tazeyeda eyxiwênnewe û kurtekey eweye be kiçeke ełêm: herçende ke to be temay ew kuřeyt bełam ew nathênêt û wek gułî sermêzekey seyrit ekat û her ke lêt têr û bêzar bû fiřêt edate serenwêlkan.

qisekanîş hemûy le dewrî yek şit esûřêtewe ke ewîş eweye le xoşewîstî dû çînî cyawaz pîşan bidat, çînêk afret be hoy řabwardin ezanêt û çînêk ke be hawřêy jyanî ezanêt. serkewtin û sernekewtinîşim basêkî tire řûnakbîran ekem be serpişk.

 

2- «diłêkî têk şikaw»: em şî’re ke le çapî yekemda nawî «na’omêdî»ye û bem beyte dest pê ekat:

beser samî leser lûtkey biłindî gencî westawim
şirîtî ’umrî řabwardû wekû xew dête berçawim...
 

sałî 1946 danrawe û lêreda be tewawkirawî pêşkeşî xwêndewaranî ekem ke le nîsanî 1983 da tewawim kirduwe, wate dway nizîkey 37 sał.

em şî’re beserhatêkî diłdarîye û hîçîtir. tenanet le katî xoyda bû be hoy miqomqo û qise lê kirdinî biraderanî ewsa, lew řuwewe ke kesêk xawenî bîruřayekî pêşkewtinxiwaz bêt, nabê şî’ir’ giryanawî û piř le na’omêdî biłêt û hawřêy beřêzim kak ’umer ’arf û gelêkîtir le biraderanî ew dewre, agadarî emen.

boye herkesêk byewêt lem şî’re be arezûy xoy encam derbihênêt û yan bîkat be bełgeyek bo mebestêkî syasî, tenya naşarezayî xoy beramber bem şî’re eselmênêt û hîçîtir.

êsta ke şî’reke le ḧewt beytewe buwe be 33 beyt, pêşkeşî řûnakbîranî xoşewîstî kurdî ekem û hîwam waye heman çêj û tamî ḧewt beytekey pêşûy lê wergirin, her wek pêşkeşî ewaneşî ekem ke biřwayan wabû min carêkî tir natwanim em şî’re tewaw bikem.

 

3- şî’rî «tepłî be tał»:

kakey felaḧ şî’rî «tepłî be tał» bem core pêşkeş ekat û ełêt: bo ewey baştir le ḧałete bîrî û derûnî yekey şa’îr bigeyn, ḧez ekem gwêyek le tepłî betał bigrîn... bem core kakey felaḧ şî’reke pêşkeş ekat ke le çapî yekemda hemûy 10 nîwebeyte:

wem zanî ke namûs û ḧeya nirxî kuřane
řastigoyî û wiłat perwerî encamî jyane...
 

le paşda kakey felaḧ ke eme enûsêt, ełêt: kewate be pêwdanî biřway em şî’re, namûs û ḧeya û řastigoyî û wiłat perwerî sûkin, nawêkî ziln wek tepłî betał, be deng gewre û be naw boşin.

lêreda her ewende ełêm ke tenanet eger şî’rekeşim bew corey êsta tewaw nekirdaye û aweřogey şî’reke her leser tews û twanc biřoştaye, lam waye le tîr û twancekanî sedan şa’îrîtir tîjtir nebû, ke lem bareyewe witûyane. be herḧał eger kakey felaḧ her bewewe bwestaye, emanut şî’reke be arezûy xoy lêk edatewe û ya her ewendey têgeyîştuwe, bełam kakey felaḧ bewewe newestawe, eweta dway yek- dû dêřekey pêşû ełêt: «eme hełçûnêkî derûnî û wêneyekî tûřey baweřpêkirawî serdemêkî jyanî em şa’îremane, ke em firmane berbiław û dembiřane y têda derkirduwe, ke řast û řast,... wêney têk şikanî syasî û biřwanemanî be binçîne û bineřetîye bîrî û felsefeyekanî caranîye û tewaw pêçewaney qonaxî pêşûyetî...» lêreda min wełamî em le sinûrderçûney mamosta nademewe, bełkû şî’reke xoy ekem be bełgeyek bo berelayî û diriştî û wird nebûnewey qisekanî xoy. em şî’re ke sałî 1951 bo yekem car danrawe û le ḧuzeyranî 1983 da tewaw kirawe, birîtîye le beserhatî kabrayekî řûxaw ke be tûřeyî û tund û tîjî û lêwkirojtinewe milî řêgey girtuwe û em qisane ekat leber xoyewe, ta egate ber telarêk ke eçêtewe jûrewe û qewałey řûxandinî xoy mor ekat. ca telareke kwêye yan çîye? becê ehêłim bo xeyał û endêşey xwêndewarî xoşewîst. le paşda pile be pile berzî ekenewe û egate payeyekî berz û ewsa helperistanî wek xoy lê ko ebnewe... bełam em kabra řûxawe wek hemû kesêk hawřêyekî nizîkî heye ke sałehay sał pêkewe řaz û nyazyan gořîwetewe û şan be şanî yek têkoşawin, em legeł eweda ke řûxawe, hawřêkey hemîşe le bîre û car û bar le katêkda ke xem û xefetî lê ewrûjêt, namey hawřêkey exwênêtewe ke wa dyare wełamî nameyekî xoyetî. hawřêkey le namekeda ełêt: to pakane bo kursî peristîy xot ekeyt û etewê wam têbgeyenêt ke gwaye bo xizmetî gel le dujminan nizîk bûytewe bełam ewe bizane tenanet xizmetêkî biçûkîşt pê nakirêt, bew mercey legeł sûdî serî gewreda neguncêt, xo eger ew serî gewreye byewê pîlanêk bikêşêt nek her natwanî berhełistî bikeyt, bełkû her xot ekat be meqaşêk bo ew pîlane, ewsa tê’egeyt ew gewreyye y to basî ekeyt tepłî betałe. wate be kurtî mebest le tepłî betał kabrayekî řûxawe, ca eme kê egrêtewe û le kêwe nizîktire? xwêndewaran eyzanin!

dway ewey basî tewaw kirdinî ew sê şî’reman kird, pêwîste hendêk le şî’rekanîtir bidwêyn û ew tem û mije biřewênînewe ke be xořayî dewrî girtûn, lewaney ke qiseyan lesere:

 

1- şî’rî «sit fatme» wek le pêşewe witman, naweřokî em şî’re herçende ke basî çînayetî û cyawazî çînayetî têdaye, egeřêtewe bo ew pirojeyey ke le pêşda basim kird, nek bo cyawazî piley komełayetî nêwan min û ew kiçey şî’rekey bo danrawe. emênête ser hoy şî’reke, ewey řastî bêt hoy yekem eweye ke lew kateda, wate le sałî 1950da kiçêk serincî řakêşabûm û be pêçewaney ewe ke le şî’rekeda der’ekewêt, ew kiçeş heman hestî beramber min hebû bełam hestî herdûkman dûran dûr bû, herweha min ewsake, ew herzekarey caran nemabûm, ke be çaw pê kewtinêk zimanim bibestirê wekû le şî’rekeda pîşan dirawe. herwek hełî ewem nedawe, ew xoşewîstîye lew qonaxe têpeř bikat bo qonaxêkîtir. hoy duwemî eweye: le heman sałda, hawřêy beřêzim «kak ’îzzet necîb» ke lew kateda le kolîcî «ḧiquq» bû, şî’rêkî bo hênam ke yekêk le şa’îranî ew kolîce, beser kiçe qutabîyekanî ewsay ew kolîceda hełîdabû, şî’reke zor cwan bû û yek be yek nawî kiçekanî hênabû, cige lewey ke cwanî taybetî her yekêkyanî wek çepke gułêkî řazawe pîşan dabû- wek xom be bîrimda hat û yan kak ekirem pêşnyarî kird- wîstim şî’rêkî lew babete dabnêm, bełam ewsa, wate sałî 1950 zorbey afretanî lay ême peçeyan egirtewe û hîç desteyekî wa le arada nebû şî’ryan pêda hełbidrêt, bêcge lewaney mamostay qutabxane bûn, leber ewe le pêşda wîstim nawî çend mamostayek lewane ke pêyan ełên «sit», bînim û her yek be pêy ew cwanîyey têdaye pêyda hełbidem, bo em mebesteş çend beytêkim dana ke pêwêst nakat, lêreda basyan bikem, le paşda hatme ser ewey ke hemûy beser ew kiçeda hełbidem ke le pêşda basim kirduwe û nawî «sit fatme»m lê na.

be kurtî hoy dananî şî’rî «sit fatme» ewane bûn ke basim kirdin, û pêş hemûyan pelamardanî çînî desełatdar bû le şî’rêkî diłdarîda, û bo ewey beserhateke karîgertir bêt, hatûm xom wek herzekarêk pîşan dawe ke le astî xoşewîstekeyda zimanî go nakat! herwek xoşewîstekem wa pîşan dawe ke gwê le řazî min nagrêt, le katêkda ne min herzekare bûm û ne ewîş bew core buwe ke basim kirduwe û ne xulyay jin hênanîşim leserda buwe ta «koşk û telar» lêkman dûr bixatewe, yan bibê be diřkî mem û zînî nêwanman.

lêreda pirsyarêk dête pêşewe, ewîş eweye: «aya şa’îrêk ebê wek «fotografêk» wêney dewrupşitî xoy bigrêt? yan boy heye serbest bêt le hełbijardinî wêne û têkełkirdinî ew řeng û sîfataneda» dirêjî wełamî em pirsyare bidemewe, bełam ewende ełêm egerwênegirtinî fotografî bikeyn be mebestî serekî şî’ir û edeb, ebêt hezareha çîrok û şî’rî berzî cîhan, herle yonan û řomanewe ta îmřo bixeyne pişt gwê.

ba bêynewe serbasî şî’rekey «sit fatme», katêk şî’reke biław buwewe, bû be mayey qise û qise û qisełokî hendêk lewaney ke xoyan be basî lawekî şî’rekewe serqał ekird wek ewey: ebê «sit fatme» biken be binêşte xoşey jêr danyan, lemeş naxoştir ewe bû ke zorbey ew qise û bend û bawaneyan, arastey yekêkî dyarîkiraw ekird ca leber ewey sinûrêk bo ew qisane dabnêm û serincî xełkî lewane dûr bixemewe ke nawyan ehênan, naçar bûm le 1957da ke bo ye kemcar şî’rekanyan çap kird, řûnkirdinewe yek leser şî’reke binûsim, çunke emzanî ew core qisane be hoy çapkirdinî şî’reke we dîsan ser heł’edenewe, boye em řûnkirdinewe yem nûsî: emewêt xwêndewarî xoşewîst ewe bizanêt ke nawî fatme wenebêt nawêkî řasteqîne bêt, bełkû wek le gelê çîrokda nawî xwastemenî bo qaremanî çîrokeke da’enrêt, emîş şitêkewa... wate nem wituwe «ew kesey em şî’rey bo danrawe şitêkî řast nîye, bełkû witûme: nawî fatme wenebê nawêkî řasteqîne bêt».

ke dyare cyawazyekî zor heye le nêwan em dû qiseyeda, le paşda em manayem be corêkîtir dûbare kirduwetewe û witûme: «wekû le gelê çîrokda, nawî xwastemenî bo qaremanekanî çîrokeke da’enrêt, emîş şitêkewa», wate naweke nawêkî xwastemenîye nek qaremaneke. wabzanim pêwîst nekat lewe zyatir leserî biřom, çunke řûnkirdineweke zor aşkira û řûnake be pêçewanewe tê geyîştuwe. wek ew witarey nûserî law kak «jemal miḧemed» le «řojî kurdistan» da derbarey «řazî tenyayî» nûsîwyetî û ełêt:

«ew wêneyey ke herdî boy nexşandûyn, waman lê ekat ke biłêyn herdî diłdarêkî gewrey serdemekey xoy buwe, keçî herdî xoy řefzî em waqî’e ekat, be taybetî le şî’rî «çepke gułêk bo sit fatme» da ełêt: «emewê xwêndewar eme bizanêt ke nawî fatme wenebêt nawêkî řasteqîne bêt...!»

le paşda «kak cemal» bewşewe řanawestêt û ełêt: kewate bem pêwaneye bêt mamosta herdî ne diłdar buwe û ne diłdarîşî kirduwe. min lêreda mişt û miř leser diłdarî nakem, bełam ew seretayey ew kirdûyetî be pałişt bo qisekanî, ew encame nageyênê ke ew pêy geyştuwe, cige lemaneş kak cemal gelêk qisey tirîşî kirduwe ke lêreda şwênî wełamdanewey nîye.

 

2- şî’rî «obałî xot be estoy xot», ke wa dest pê ekat:

be destî xot ke camit xiste ser lêwit ẍeşîmane...

em şî’re herçend sê beyte û ew hemû qaw û qise dwaxsitine hełnagrêt ke hendêk dwayan xistuwe, bełam ew qisane naçarim eken kemêk basî bikem, bo nimûne kakey felaḧ em şî’re ekat be nimûneyek bo «mirovêkî tûře û řiq xo hełsaw» le kitêbekeyda, bełam lew şirîteda ke le katî witarekeyda tomar kirawe, ełêt:

«wek mirovêkî tûře û şa’îrêkî peşîman û řiq lexohełsaw»; aşkiraye ke mebestî le «şa’îrêkî peşîman» eweye ke gwaye min le şitêk yan karêk peşîman bûmetewe boye em şî’re m wituwe. weleber ewey hendê kesî sawîlkeş wa tê geyîştûn, be pêwîstî ezanim ewey hendêk basî hoy dananî bikem. em şî’re seretay çîrokêke herwek «tepłî betał» û ew sê beytey pêşewey, qisey qaremanî çîrokekeye, ke eykat û le paş ewe xoy ekujêt û ke xełkî eçin be dengyewe ebînin le kaẍezêkda obałî kuştinî xoy xistuwete mil xoy, bełam hoy xokuştinekey nenûsîwe, ledwayîda paş çend sałêk afretêk ke jinî kabra buwe yan hawřêyekî nizîkî, leseremergida ew beserhate egêřêtewe û hoy kuştinî mêrdekey yan hawřêkey der’exat, ke pêwîst nakat lêreda basî bikem, be kurtî em şî’re birîtîye lewey ke basim kird, ke le paş xokuştinî «ḧemey kerîm»y cwanemerg be bîrimda hatuwe, herçende beserhatî qaremanî em şî’re zor dûre le beserhatî «ḧeme»y cwanemergewe û zortirî le xo kuştinêkewe nizîke le seretay mindałîma bîstibûm, lêreda bewende eybiřmewe.

lewaneye bûtrêt: eger wekû kakey felaḧ ełêt negeyştiwîte ew peřî bêhîwayî û dest le xokuştin, bo kabrayek ekeyt be qareman ke xoy ekujêt?!

le wełamî emeda ełêm, şa’îrî zor le min gewretrî wek «gote»y ełmanî le «êş û azarekanî vortêr»da qaremanî çîrokekey xoy ekujêt û aşkiraye ke ew çîrokeş beserhatî yekem diłdarî xoyetî, legeł eweşda kes ew gileyyey lê nekirduwe û ew řûdawî xokuştine hîçî le payey ew kem nekirduwetewe.

paş emane, lam wabê katî ewe hatuwe bipirsim: min bo çî wazim le şî’ir witin hênawe?! pêş ewey wiłamî em pirsyare bidemewe way be çak ezanim çawêk be şî’rekanî lemewpêşî xoma bigêřim, ta leber řûnakî ew pişkinîneda şitêkim dest bikewêt û bîkem be cemserî baseke. bêguman eger řoşnibîrêk bo řastî bigeřêt le şî’rekanî řazî tenyayîda, dû dyardey zeq bedî ekat, yekemyan eweye ke sałî 1939 bedwawe ta sałî 1944 yiş «tangoy taqane xunçekey lê derçêt», min taqe şî’rêkim newtuwe ke nawî şî’rî lê binrêt! ke emeş dyardeyekî serinc řakêşe û egeřêtewe bo corî mutałakirdinî ew serdemem, ke birîtî bû le xwêndinewey kitêbî řexne û lêkołînewey edeb û ziman û lemane giringitir eweye: lew serdemeda, bo yekemcar, aşnayetîm legeł seretayekî «felsefe» da peyda kird. dyardey duwemîş eweye: le sałî 1944 be dwawe yan řastitir eweye biłêm le dananî «şořşî na’omêdî»yewe, twanîwme xom lew qonaxe řizgar bikem, bełam çon řizgar bûnêk? egerçawêk be řazî tenyayîda bigêřî, eybînî sałî wa heye tenya şî’rêk û sałî wa heye taqe şî’rêkîşim danenawe, ewsa etwanî biłêyt hendêk car, le dû sałda şî’rêkim pê witrawe! tenanet eger şî’re syasîyekanîşî bixeyte ser, biřwa nakem şitêkî ewto lem dyardeye bigořêt! bêguman em dyardeye pêwîstî be lêkołînewe û lêkdaneweyekî wird heye. herçende min nazanim ew řoşnibîrey serinc lem dyardeye edat, çonî lêk edatewe, bełam min beş be ḧałî xom, biřwam waye: towî sardibûnewey lewedwam, her le sałî 1944ewe xerîkî çekere kirdin buwe le derûnmida, boye sałî carêk û dûcar nebêt, şî’irim newtuwe.

herçende emey witim hêşta girîmane (ferzîyeyeke) bełam ewende zemînekey pitewe, ke pêwîstî be lêkołînewe û şî kirdineweyekî taybetî heye, herçonêk bêt, ewey lemewber basim kird, derî exat ke min hergîz şî’irim nekirduwe be pêşeyekî hemîşeyî, bełkû sałê carêk yan dû car, lebarudoxêkî taybetîda şî’irim danawe yan ba biłêyn: řazî diłî xomim têda derbiřîwe.

şayanî base eger êsta seyrî kitêbxanekem bikeyt zorbey ew kitêbe felsefyaney têda ebînî ke le seretay herzekarîmda xerîkî xwêndineweyan bûm û ke dû car û sê car lêm win bûn û kiřîwminewe, le katêkda eger bigeřêyt bo yekêk le dîwanî ew şa’îraney leseretay lawîmda şî’rekanyan wîrdî serzimanim bûn û zorbeyanim kiřîbû, êsta le kitêbxanekemda nayanbînî, çunke hercarêk lenaw çûbin, carêkîtir hewłim nedawe byankiřmewe! mebestim lem qisane ewe nîye xom hełkêşim yan way pîşan bidem ke gwaye min her xerîkî xwêndinewey felsefem yan lewanem ke xwanexwaste, le deryay felsefeda mele eken! bełkû mebestim eweye xwêndinewey witarêkim pê xoştire le xwêndinewey gelêk dîwan, be mercêk witareke şî kirdineweyekî felsefî yan edebî yan řamyarî yan derûnî tenanet yasayî way têda bêt ke sûçêkî nadyarim, be şêweyekî zansityane pîşan bidat. dyare şî’rî ew şa’îraney lê derçêt ke le edebî cîhanî da lutkeyan girtuwe, çunke şî’rî ew core şa’îraney lem yasaye bederin û legeł şî kirdineweyekî serkewtiwaneda letay terazuyekda belay minewe. legeł eweşda pêwîste eweş biłêm ke tenanet xwêndinewey şî’rî ew core şa’îraneş, le lay min kat û satî taybetî xoy heye, le katêkda xwêndinewey şî kirdinewey edebî yan felsefî, le hemû kat e satêkda bo lay xoy řapêçim ekat!

be her ḧał, payey şî’ir le lay min be sê qonaxda têpeřîwe: le seretay herzekarî û serdemêkî lawîşmida, payey her şî’rêk lelay min le hemû şitêk beriztir buwe û eger biłêm diłî min ewsa her cêy şî’rî têda ebuwe we le řasîm la nedawe, ke eme qonaxî yekeme. bełam behoy xwêndinewey ew core kitêbanewe tamî şî kirdinewe û lêkołînewey zanistîyanem çeşt, wirde- wirde em yarey dwayî cêy xoy kirdewe le dił û derûnda, ta way lê hatbû be hawşanî şî’ir, her wek çon řomansêtî û řyalîzmî serdemêk hawşanî yek bûn le serdemêkî jyanî minda, ke emeş qonaxî duweme.

le paştirda û le motałakirdinî ew core kitêbaneda, katêkim zanî şî’irim feramoş kirduwe bê ewey bizanim ke emeş qonaxî sêyeme û ta îmřo dirêjey kêşawe.

lem qonaxeda wekû basim kird şî’rî lûtkekan û çend katêkî taybetî lê derçê, şî kirdineweyekî serkewtuwane yan lêkołîneweyekî baş belay minewe hezar şî’ir ehênê.

legeł eweşda car û bar, le hendê barudoxî taybetîda pirşingî şî’ir minî bo lay xoy řakêşawe û lemedwaş řenge her řam bikêşêt ke eme hîç lew yasayey pêşû nagořêt. emey ke basim kird ewe eselmênê ke gelê car wa řêk ekewê çîrok nûsêk yan şa’îrêk le seretay jyanîda şî’ir biłêt û paştir řû bikate babetêkîtir, yan çîroknûs bêt û car û barîş şî’ir biłêt. eger seyrî jyanî şa’îr û nûseranî cîhan bikeyn, em dyardeye zor be zeqî ebînîn le jyanî řojaneyanda, ke pêwîstî be dirêjkirdinewe nîye, tenanet em babet gořîne ewende şitêkî asayî ye hî waye dû sê dêřêk lêy edwêt bê ewey hîç kesêk serzeniştî bikat ke nizîktirînyan wełamî mîxa’îl nu’eymeye ke le çaw pêkewtinêkda lêyan pirsîbû: bo çî leser şî’ir witin neřoyştî? le wełamda witbûy: çunke xo bestinewe le şî’irda, mandûm ekat betaybetî xobestinewe be kêş û qafyewe, dway eweş ke dîm şî’ircêgey bîr û řakanî minî têda nabêtewe, be taybetî bîre felsefyekanim wazim lêhêna û řûm kirde pexşan.

ca minîş eger bimewê wek mîxa’îl nu’eyme be dû sê dêř wełam bidemewe, etwanim leser şêwey ew biłêm: ke wazim le şî’ir hênawe, nek her tenya leber eweye ke netewey kurd pêwîstî be şî kirdinewe û lêkołînewey zanistane zyatre, bełkû leber ewey xoşim şî kirdineweyekî lew babetem le hemû şitêkî dinya pê xoştire û yan le lay min heman tamî şî’rî caran edat û legeł şî’re nemrekanî dinyada hawtaye.

bełam daxekem, em řastyey min wa be sadeyî derim biřî, kakey felaḧ tê negeyştuwe, yan řastitir eweye neywîstuwe tê bigat! bełkû hewłî dawe be bîrdozeyekî dataşrawî nařwa lêkî bidatewe. herwa beser pêwe pence bo herdû layenekey řa’ekêşim ke lemew pipêwe pence bo herdû layenekey řa’ekêşim ke lemew pêş wêney herdûkyanman pîşan da. layenî yekemyan ew beşeyetî ke bêdengî lemewpêşî minî pê lêk edatewe û layenî duwemîş eweye ke leber ew řûnakyeda bêdengî lemewdaşim be şitêkî misoger le qełem edat! le beşî yekemda kakey felaḧ bê baweřî û pişt kirdine mîllet û qêzhatnewe le cwanî û diłdarî û gelê şit lem babetane pêwîstî be şî kirdineweyekî taybetî heye ke hełî egirim bo namîlkeyekî taybetî, bo «bêdengî lemewdaşim».

kakey felaḧ – wek witim- zor be diłnyayyewe derî exat ke carêkî tir min natwanim şî’rêkî hawmoz û hawbîr û behredarî wek ewaney pêşûm biłêm! řenge ew diłnyayyey lewe hatbê ke xełkî lew sałeda1977 minyan be mirdû le qełem dabû!

be her ḧał, min «kakey felaḧ» diłnya ekem êstaş bûkî şî’ir carubar nemcûłênê û be taqî kirdinewey taybetî xom bom derkewtuwe hercarêk arezûyekî derûnî yan hêzêkî hander, pałî pêwe nabim, twanîwme şî’rî wa biłêm ke cêy pesend kirdinî xawen diłan bê û eger kakey felaḧ wabzanêt bêdengî min egerêtewe bo bê desełatîm le şî’ir witnida, zor be hełeda çuwe û tewaw kirdinî ew sê şî’rey serdemî lawîm lem çape tazeyeda û paş 33 ta 37 sał bełgeyekî biçûke bo selmandinî qisey min û pûç bûnewey pêş bînîyekey kakey felaḧ.

pêş ewey dwayî bem pêşekye bihênim, pêwîste sê xałî giringim le bîr neçêt, yekemyan eweye: le çapî yekemda şî’rekan be pêy katî dananyan nenûsrawin, ke emeş mawey be hendê kes dawe be arezûy xoyan sał û kat bo şî’rekan dabnên, yan hîç nebê hełey têda biken, leber ewe biřyarim da lem çapeda be pêy konî tazeyyan, byan nûsmewe, takû bew coreş le çap bidrên û bo em mebeste řencêkî zorim dawe soraxêkî zorim kirduwe takû sałî dananyan saẍ bikemewe û lem řuwewe gelê birader yarmetyan dawim, ke her ewende m le dest dêt ke piř be dił supasyan bikem.

xałî duwemîş eweye ew çwarînaney be taybetî bo ser kêlî çend cwanemergêk nûsrawin, hełbijardeyekim lem çapeda cya kirduwetewe û xistûmnete dway hemû şî’rekanî tirewe.

emênête ser xałî sêyem: le çapî yekemda, ne sitûnî řast kirdinewey wişey çewt heye û ne pêrist bo şî’rekan danrawe, cige lewey ke çend carêk nîwe beytêk le katî çap kirdinda le bîr çuwe. ba eweş biłêm ke xoşim le katî nûsînewey şî’rekanda, destikarî hendê wişe yan řistem kirduwe, ke le pencey dest têpeř nabin, leber ewe naçarim lem çapeda destikarîyekyan bikem, herweha ew dêřane binûsmewe ke çapî yekem neygirtûn, bełam diłnya bin lewey hergîz mafî ewe be xom nadem destikarîy gewher û naweřokî şî’rekan bikem, egerçî êsta hendêkîşyanim be dił nîye! bem boneyewe ebê biłêm ke nemtiwanî pêşekîy çapî yekem lêreda dûbare bikemewe ke le katî xoyda hawřêy beřêz di. marf xeznedar nûsîbûy, çunke wełam danewe û řast kirdinewey hendêk bîruřay çewt lem pêşekyeda şwînî bo dûbare kirdinewey pêşekyekey di. marf nehêştewe, boye daway lê burdin ekem.

 

le kotayîda çapî duwemî «řazî tenyayî» pêşkeş xwêndewaranî xoşewîst ekem, hîwam waye emîşyan wek çapî yekem bedił bêt.