bê aramî
From the Book:
Řazî Tenyayî
By:
Ahmad Hardi (1922-2006)
1 minutes
4772 views
ax û dax û derd, le dest tenyayî
peşêwîy bê ḧed, derdî bê dwayî
em sersamîye
bê aramîye
dił nakamîye
key dê kotayî?
nasrewê diłey piř le agirim
ne le naw gułzar
ne lay xizim û yar
ne le deşt û şar
oqre nagirim
lewêş hełnakem, dêmewe naw şar
wek aram nemaw
dił û pê sûtaw
xaney xew řûxaw
le dinya bêzar
boç betenyayî peşêwe karim?
bo wek řenceřom
weřes bûm le xom
bo her kwê eřom
dił bê qerarim?
peşêwîy bê ḧed, derdî bê dwayî
em sersamîye
bê aramîye
dił nakamîye
key dê kotayî?
***
bo her kwê eçim pêy xiraptirimnasrewê diłey piř le agirim
ne le naw gułzar
ne lay xizim û yar
ne le deşt û şar
oqre nagirim
***
le dest şar hełdêm, eçme naw gułzarlewêş hełnakem, dêmewe naw şar
wek aram nemaw
dił û pê sûtaw
xaney xew řûxaw
le dinya bêzar
***
ke be têkeł bûn weha bêzarimboç betenyayî peşêwe karim?
bo wek řenceřom
weřes bûm le xom
bo her kwê eřom
dił bê qerarim?