felsefey diłdarî
From the Book:
            Řazî Tenyayî
        By:
                Ahmad Hardi (1922-2006)
        
             1 minutes
             7223 views
        
        
    ke coga têkełî çem bê û çemîş têkeł be derya bê
şemałîş piř le hestî bê, nîye şit tak û tenya bê
be qanûnî xuda, eşya, ebê têkeł be yektir bin
îtir bo çî min û to têkełî yektir bibîn nabê?!
ke kêw û kej biken maçî hemû asmanî berz û şîn
şepolîş her wekû diłdar le mil yek destî ałabê
ebed nabê ke xuşkî guł biray derkat û lêy dûr bê
ke tîşkî řoj zemînî her wekû dulber lekoşa bê
ewa mangîş eka maçî beḧir ger toş nekey maçim
hemûy bê kełke em maçane, bê to fa’îdey nabê