dîde bê dîdarî diłber tare mestûrî neka

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  1722 Dîtin
dîde bê dîdarî diłber tare, mestûrî neka
xoyşî nezdîke le nezdîkim, biła dûrî neka
dehrî dûn napayedar û nazenînan bê xeber
bem qerare, ḧeyfe, ba me’şûqe meẍrûrî neka
’aşiqî miskîn qubûłî teb’î diłber key debê?
ta qubûłî ẍurbet û endûh û řencûrî neka
daxłî bezmî ḧeqîqet key debê pîrî sulûk
ta be xwênî duxterî řez xerqe engûrî neka?
sîřřî mestanî ’eyan kird, meh le perdey tîreşew
çaweket tuhmet be şu’ley şem’î kafûrî neka
asman, salimNasnava edebî legeł yek xende sed şîwen deda
dił nesîḧet ke: biła qed meylî meẍrûrî neka