dîde bê dîdarî diłber tare mestûrî neka

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  1723 views
dîde bê dîdarî diłber tare, mestûrî neka
xoyşî nezdîke le nezdîkim, biła dûrî neka
dehrî dûn napayedar û nazenînan bê xeber
bem qerare, ḧeyfe, ba me’şûqe meẍrûrî neka
’aşiqî miskîn qubûłî teb’î diłber key debê?
ta qubûłî ẍurbet û endûh û řencûrî neka
daxłî bezmî ḧeqîqet key debê pîrî sulûk
ta be xwênî duxterî řez xerqe engûrî neka?
sîřřî mestanî ’eyan kird, meh le perdey tîreşew
çaweket tuhmet be şu’ley şem’î kafûrî neka
asman, salimPen name legeł yek xende sed şîwen deda
dił nesîḧet ke: biła qed meylî meẍrûrî neka