sunbulî tuřře ke perjîne be pehlûyî guła
Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
1 Xulek
1014 Dîtin
sunbulî tuřře ke perjîne be pehlûyî guła
mûbemû her yeke dawêke leřêy murẍî diła
řewşenî dawe be dił řewzenî sînem le xedeng
dek îlahî neřzê dest û kemanit le giła
sîřřî nuktey dehenit çake nezanin qennad
nimek’alûde neken ba le xemîrî nuquła
ger leřûy guł diłî min şade bebê xendeyî to
ba bida destî qeza merdumî dîdem be çiła
yar giley bû le diłim çunke nesûta le fîraq
le qisey berḧeqî ew salimNasnava edebîy miskîn xecła