min le sayey ḧusnî to qelbêkî piř şadim heye

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  871 Dîtin
min le sayey ḧusnî to qelbêkî piř şadim heye
gerçî her satê lelay to zułmî bêdadim heye
swarî espî kîbir û nazî, natgemê herçend biřom
na’îlacim wek ceres efẍan û feryadim heye
mahî ’eşqit muşkîl û wesiłit leřêy hat û nehat
bê şike cewlanî bêşke û şewqî damadim heye
emrî ḧerbim bête ser bem eşke seddî řêt ekem
turkî mujganit heye, min çawim îmdadim heye
çunke qet nagem be koy to wek nesîmî subḧidem
her seḧergahê temennay nî’metî badim heye
ey xwa řeḧimit bibê wa pêm ełê xewfit bibê
şîrî ełmasî biro û çawêkî celladim heye
min witim zêwerNasnava edebî be xendey lêwî şîrînNava taybet mirduwe
pêy witim: mecnûne, wek to çende ferhadim heye