qurban le temî ahî diłî xeste ḧezer ke

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  1135 Dîtin
qurban! le temî ahî diłî xeste ḧezer ke
’îsa nefesî, heste be lay ême guzer ke
ey çîhre melek ḧeyfe řeqîb bote enîst
lew cennet û fîrdewse ew îblîse bederke
wa cejne xelayq hemû piř zewqin û şewqin
bew xendeyî şîrîne cîhan piř le şeker ke
cejnaneyî min maçî demî toye ke bîdey
tîflî diłî min ẍerqî ḧenay xwêne, nezer ke
řeẍmen le ḧesûdanî min û dujminî bałat
em cejne were! em ẍezele taze leber ke
ew diłbere řengîne ke sengîndiłe daym
ey nałeyî narî le diłî xeste eser ke
dił kunkune zêwerNasnava edebî be xedengî muje daym
lade le diłî, řûḧî řewanî be super ke