le bextî min sitemkar û le’îme

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  761 Dîtin
le bextî min sitemkar û le’îme
lelay xełqî wefadar û kerîme
çi ḧacet min biłêm, sewdazedey tom
be ḧałî ’aşiqanî xoy ḧekîme
nîşangay tîrî ahim weqtî dûrî
serî kursî û pêy ’erşî ’ezîme
legeł ew mehcebîney min řeqîbim
dełêy tawus û şeytanî řecîme
çiraẍî şadmanî min hemîşe
le etrafî şîmalî ẍem muqîme
beheşt û kewserî min wesłî toye
ema dûrî le to narî ceḧîme
çilon ladem le řêgay ’eşqibazî?
be fetway min sirat alimistiqîmErebî e
legeł zêwerNasnava edebî wefadarî letîfe
ke çunke canfîdayêkî qedîme