le ’eşqî duxterî řez her le kêwan
Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
1 Xulek
897 Dîtin
le ’eşqî duxterî řez her le kêwan
becarê bûme şeyday baxî mêwan
meyî wek laleyî nu’man ḧełałe
be fitway min beyadî le’lî lêwan
le xew hesta be zulfî řûy poşî
beyanî kird be şew ’uşşaqî şêwan
diłî bêçare wek kotir heł efřê
le tirsî çingî çawbazî merîwan
řeqîb bay dayewe bo fîtnebazî
xwa bîxate ber bay destî dêwan