em deste ke lem şare hemû new’î ẍezaln

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  783 Dîtin
em deste ke lem şare hemû new’î ẍezaln
her yek be cemał yosfî ba cah û celaln
ẍîlmansîfet sundus û îstebreq epoşin
sûřet beşerin me’nî hemû ḧûrxîsaln
heryekke be doş kakołî efşan û biławe
her subḧidemê muntezîrî badî şemałn
em şare wekû beḧir û lenêwya ke muqîmin
be’zê sedefî gewher û be’zêkî lu’aln
meqbûłî şehenşahin û metbû’î selatîn
me’lûmî ’ewame ke bebê şîbe û mîsaln
sûřetgerî çîn bête emê sen’etî nabê
her yek melekê xarîcî îdrak û xeyałn
ẍemmazin û piř nazin û meḧbûbî zemanin
şems û qemerin, zuhreyî bahoş û kemałn
şazade û begzade, hemû encebî xełqin
wek xunçeyî perwerdeyî awêkî zułałn
xot tûşî beła qet meke zêwerNasnava edebî ke ezanî
afatî dił û dînin û menna’î wîsałn