çi şîrîne çayî le fesłî beharan

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  921 Dîtin
çi şîrîne çayî le fesłî beharan
legeł yarî sadiq legwê coybaran!?
be xendey nîgarî be giryey semawer
zemîn wek sema bê be berq û be baran
muẍennî be perdey ’êraqîNava taybet bixiwênê
xuda nazî lê gum neka nazdaran
esîrî meḧebbet bî, azadî ’alem
nenasî becuz cîlwey guł’uzaran
eger waye bezimit be ḧeqqet beheşte
fîday bê hezar meclîsî badexoran
ewa bûyte sułtanî êran û tûran
çilon dêtewe şewqî caran û yaran
besî bê xeyałatî bêhûde zêwerNasnava edebî
wekû şêt meger bigrî řêy kohsaran