besrawî řawî çawî şoxêkî newcewanim

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  1178 Dîtin
besrawî řawî çawî şoxêkî newcewanim
gîrawî ḧelqedawî seyyadî ’aşiqanim
zelîlî leylî bê meyl, mecnûnî koh û deştim
bê yar û karubarim, řefîqî weḧşîyanim
tika, şika, be carê şerab û şîşeyî dił
esrarî mexfîyatim kewtote ser zubanim
menwaře custucoy min, binwaře giftugoy min
şîrîne qîl û qalim meddaḧî diłberanim
le daẍî baẍî řûy ew wek ’endelîb enałim
tezerwî serwî bałay, bê afetî xezanim
min pestî şestî destî çawmestî dîdeşengim
muḧtacî bacî maçî řûmetgułî cînanim
dił bote bote bo to piř nar û piř ḧeraret
sûtawe dił emêsta xerîkî ḧîfzî canim
hemîşe ḧîlebazî, carcare diłnewazî
gahê leser zemînim, gahê le asmanim
zêwerNasnava edebî ẍułamî xote, em cewre ḧeyfe xûte
memnûne ger bifermûy: to ’ebdî astanim!