yek leḧzeyî wîsalit ey mahî mîhirperwer

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  829 Dîtin
yek leḧzeyî wîsalit ey mahî mîhirperwer
naydem be text û tacî dara û mułkî sencer
kê bê beraberit bê, mujganî xencerînit
cewher deba le xencer, xencer eda le cewher
yařeb ḧeyatî êmey bo xiste naw hîlaket
dem çeşmeyî ḧeyatim meḧbûbî çîhre’esmer
her kes be derdî ’eşqit sûta derûnî řûnî
bo ateşî mesa’îb deřwa wekû semender
maddey nîşatî ême ya hîcre ya girîne
bo fê’lî ’aşiqan ta ew şoxe bote: mesder
menwêne dîde cana, binwêne ayney řû
ta řûy bibête berbend ayîneyî sikender
denûkî wek qułinge bo setḧî sefḧeyî guł
bulbul eger bibînê yekdef’e řûyî diłber
zêwerNasnava edebî le te’nî zahîd bêbak û bêxeyałe
key xewf eka le malum řendimeşřebî qelender